Alîkarê Walîyê Hewlêrê Hêmin Qadîr destnîşan kir, di Îda Qurbanê de dê derketina derve neyê qedexekirin.

Qadîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, heta niha ji bo qedexê tu qerar nehatîye dayîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di îdê de bes ew kargeh û warên ku lê xelk zêde dicivin bên girtin û ew ê mekanên din vekirî bin.”

Qadîr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir eger di warê vîrusê de rewş ber nebaşbûnê ve neçe dê qedexe neyê îlankirin  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger rewş nebaş bibe dê derketina derve bê qedexekirin.Her wisa bi biryara Wezareta Weqf û Karên Diyanetê dê nimêja îdê neyê kirin û ew ê ji bo serdana mezelan destûr neyê dayîn.Di îdê de qedexeya seferên navbera bajaran berdewam bike.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş