Ji ber ku îsal baran hindik barîya, heqê ka û êmê heywanan pir zêde bû welatîyên ku bi karê heywandarîyê mijûl dibin ji halê xwe ne razî ne.

Welatîyên ku li Bidlîsê heywanan xwedî dikin û debara xwe bi heywanan dikin destnîşan dikin, li herêmê gelek kahnî li ber çikînê ne, heqê ka û emê jî gelek zêde bûye ku ji ber vê yekê heywanên wan pir zêde li xwe şikandine.

Nurullah Yildizê ku li gundê Çilhûra Tatwanê heywanan xwedî dike derbarê mijarê de wisa axivî: “Li gundê me 4 kerîyên pêz hene û di van kerîyan tevde 4 hezar heywan hene.Em li gund di rojekê bes dikarin carekê av bidin heywanên xwe.Îsal ev bû 4 meh ku baran nabare.Ji ber hişkesalîyê av û giya tune ye. Ji ber ku em nikarin çêrî û avê peyda bikin heywanên me zeîf dibin û şîrê wan hindik dibe.Em ji dewletê daxwaza alîkarîyê dikin.”

Necmeddîn Şîparê ku li herêmê ev bû 20 sal şivantîyê dike jî derbarê mijarê de destnîşan kir, ji ber ku îsal baran tune ye kahnî çikîyane û çêrî kêm e.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş