Doh li Xoya Kurdistana Îranê di mezinahîya 5.9an de erdhejek pêk hat. Ji ber erdheja ku pêk hat li gundên ku girêdayê Elbaka Wanê ne 9 kes canê xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

Dema ku ro derket zirar û hilweşîna ku erdhej kê re bû sedem derket holê.

Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat  belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji ber erdhaja di mezinahîya 5.9an a ku li Xoya Kurdistana Îranê pêk hat de li Elbaka Wanê 254 xanî û 297 axur xera bûn û 694 avahî jî zirar dîtin.(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş