Şehzade Demîrê Berdevkê HUDA PARê derheqê darbeya ku doh li Tunusê hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de ji darbekeran re bertek nîşan da û darbeya ku li îradeya Tunusê hatiye kirin şermezar kir.

“Em wê darbeya ku li îradeya gelê Tunusê hat kirin şermezar dikin”

Demîr di daxuyanîya ku da de di bîran xist ku Serokomarê Tunusê Qays Sad hinek probleman hincet nîşan daye û meclisê fesih kiriye û parêzbendîya parlementeran rakiriye. Demîr dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em wê darbeya ku li îradeya gelê Tunusê hat kirin şermezar dikin. Bi vê darbeya ku hat kirin ew ê bêîstîqrarîya heyî ya li Tunusê dê berdewam bike û problemên heyî dê neyên çareserkirin. Ev darbeya ku hat kirin xesbkirina îradeya gel e. Harekata Nahdayê ya ku avahîyên wê ji teref darbekeran ve hat hedefgirtin û darbe lê hat kirin banga xwepêşan û micadeleya aştîyane li xelqê kir û destnîşan kir ku ew ê li dijî darbê birawestin. Piştî Bihara Ereban li Tunusê dawî li dîktatorîyê hat anîn û kêm bê jî îstîqrar hat tesîskirin. Divê ew destkeftîyên li Tunusê bên parastin û ji bo vê yekê micadele bê dayîn. Her wisa divê guh bên dayîn teleban û hilbijartina pêşwext bê kirin û hikûmeta ku dê bê hilbijartin rayeyên serokomar sînordar bike.”(ÎLKHA)

Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.

Xeberên Têkîldar

Bizi Takip Edin

Bijarteyên Edîtor

Mobil Uygulamamızı İndirin

Xeberên ku Derketina Pêş