Li bajaroka Lusikisikiya ku li herêma Kapa Rojhilata Efrîqaya Başûr e bi komî êrîşa çekdarî hat kirin, di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dan.
Teşkîlata Polês ya Efrîqaya Başûr, diyar kir ku di êrîşê de du cotgehên ku di heman kolanê de bûne hatine hedefgirtin.
Hat destnîşankirin ku di cotgehekî de 12 pîrek û zilamekî, di cotgeha dinê de jî 2 pîrek û zilamekî hatine kuştin.
Polês daxuyand ku mirovekî jî di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî giran e.
Rayedaran, diyar kirin ên ku êrîşê pêk anîtine merivên hev bûne.
Rayedaran îfade kirin ku hêj sedema êrîşê nayê zanîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst li başûrê Libnanê êrîşî sîvîlan kir, di encama êrîşan de 36 sîvîl canê xwe ji dest dan, 57 kes jî birîndar bûn.
Hîzbullah, xeberên ku tê gotin ji cîhê şehîd Hesen Nesrallah re serokê konseya meşandina tevgerê Haşim Seyfettîn hatîye bijartin derewand.
Mihafizên Şoreşê ya Îranê (MŞÎ) ragihand ku General Ebbas Nîlforuşanê yek ji fermandarên girîng bû, di êrîşa asîmanî ya rejîma îşxalker a li ser Beyrûdê de şehîd bûye.