Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê, di roja 119emîn de di gelek cepheyan de bi terorîstan re micadeleyê dikin, di vê micadeleyê de micahîdan gelek wesayît û leşkerên îşxalkeran îmhe dikin.
Tûgayên Qessam di çarçoveya Tofana Eqsayê de operasyonên xwe didomîne.
Hat îfadekirin ku li Xezzeyê heta niha 561 efser û leşker hatine kuştin, herî kêm 2 hezar û 812 îşxalker jî birîndar bûn.
Ji operasyonê ku hatine kirin çend rapor:
10:59 | Tûgayên Qessam, li bajara Xan Yûnisa Xezzeyê li Taxa Emelê wesayîta îşxalkeran ku terorîstan bar dikir bi roketa Yasîn 105an hedef girt.
11:57 | Tûgayên Qessam, li herêma Curat el-Akkadê bi roketên Yasîn 105an tankên merkavayê hedef girtin û îmhe kirin.
19:15 | Tûgayên Qessam, li herêma Cevazatê tanka merkavayê bi roketên Yasîn 105an hedef girt.
19:25 | Micahîdên Qessam, li herêma Cevazatê di mesafeya sifirê de 15 sîyonîstan kuştin.
19:31 |Tûgayên Qessam, li herêma EL Camîya Xezzeyê ji komekî leşkerî re bi topên hewanê operasyonek li dar xist.
19:40 | Micahîdan li bakurê Xezzeyê di dema vegerê de 3 tankên merkavayê xistine nav kemînê û van tankan jî bi roketên Yasîn 105an îmhe kirin.
Serîyyeyan jî di heman demê de 10 îşxalkeran kuştin û birîndar kirin, xeyn ji vana gelek operasyonên serfirazî jî li dar xistin.
Serîyyeyan, li taxa Emela Xan Yûnisê 10 leşkerên ku di nav xanîyekî de xwe veşêrdabûn bi tokreên TPGê hedef girtin û wan kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Awistralyaya Rojavayê di nav xanîyekî de bi kêrê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest da.
Li Kenyaya ku barîna barana dijwar berdewam dike hejmarê mirîyên ku di lehîyê de mirine derket 238an.
Balafirên rejîma îşxalker êrîşî Taxa Zeytûna Xezzeyê û Refahê kir, di encama êrîşa asîmanî de zarok jî di nav de herî kêm 9 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Lijneyeke ku ji rayedarên HAMASê pêk tê, ji bo agirbesta Misir û Qeterê hevdîtin bikin çûn Qahîreyê.