Weqfa Êtîman, arîkarîya mezlûmên Xezzeyê ku ji jenosîd û êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîstan ve tesîr dibînin kir, ji bo peyda kirina pêdivîyên kesên ku di kona de dijîn dest bi xebatê kirin.
Di encama êrîşên rejîma îşxalker de bi sed hezaran însan mecbûr man ku dev ji malên xwe berdin û dest bi jîyana konan kirin.
Ji bo pêdivîyên Xezzeyîyên ku li kona dijîn Weqfa Êtîman, malzemeyên arikarîya mirovî û piştgirîyê dide wan kesan.
Di vê çarçoveyê de şîrê bebekan û bêzê bebekan bela kirin bi sedan zarokên ku di konan de dijîn. Temsîlkarên Weqfê ên Xezzeyê, bi kon bi kon gerîyan, şîr û bêzên bebekan belav kirin.
Temsîlkarên Xezzeyê yê Weqfê gotin ku ji 14 hezarî zêdetir zarok di êrîşên rejîma îşxalker de şehîd ketin, ji bo arikarîya Weqfa Êtîman jî teşekkur kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Awistralyaya Rojavayê di nav xanîyekî de bi kêrê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest da.
Li Kenyaya ku barîna barana dijwar berdewam dike hejmarê mirîyên ku di lehîyê de mirine derket 238an.
Balafirên rejîma îşxalker êrîşî Taxa Zeytûna Xezzeyê û Refahê kir, di encama êrîşa asîmanî de zarok jî di nav de herî kêm 9 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Lijneyeke ku ji rayedarên HAMASê pêk tê, ji bo agirbesta Misir û Qeterê hevdîtin bikin çûn Qahîreyê.