Îstixbarata Amerîkî: Êrîşên nû yên li ser Îranê ji bo hilweşandina rejîmê têrê nakin
Li gorî raporên di çapemeniya Amerîkî de, îstîxbarata Amerîkî nirxandiye ku tê texmînkirin êrîşên hewayî yên zêdetir li dijî Îranê rejîma welat neguherînin. Di raporê de her wiha hatiye îddîakirin ku Serokwezîrê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu sê vebijarkên cûda pêşkêşî Serokê Emrîkayê Donald Trump kiriye.
Îstixbarata Amerîkî gihîştiye wê encamê ku êrîşên leşkerî yên zêdetir li dijî Îranê têrê nakin ku rejîma welat biguherînin.
Li gorî raporeke CBS Newsê ku ji rayedarên Amerîkî îstîxbaratî werdigire, ajansên îstîxbaratê yên Amerîkî bawer dikin ku kampanyayên bombebaranê yên zêdetir li dijî Îranê ew ê avahiya navendî ya Pasdarên Şoreşa Îranê ku "welatê birêve dibe" ji desthilatdariyê dûr nexe.
Di raporê de hat diyarkirin ku nirxandinên heyî di demekê de hatine amadekirin ku di nav rêveberiya Washingtonê de li ser vebijarkên wê yên leşkerî û dîplomatîk ên pêşerojê nîqaş berdewam dikirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Alî Zeydî got, "Me delîl xwest ku nîşan bidin Erebistana Siûdî ji axa me hatiye hedefgirtin, lê me tu bersiv negirt."
Li bakurê Pakistanê di êrîşeke çekdarî de 9 poêîs hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li bendera Damietta ya Misrê, di teqînekê de du keştî zirar dîtin.