Zarokên ku beşdarî bernameya Mewlûda Nebî bûbûn: Em gelek teşekkur li kesên ku dibin sebeba bi bîr anîna Pêxember eleyhîsselam dikin

Zarokên ku beşdarî bernameya Mewlûda Nebî ya li navçeya Cizîra Şirnexê bûn, ji bo amadekirina beranmeya Mewlûda nebî teşekkurî Weqfa Evîndarên Pêxember kirin.
Zarokên biçûk ên ku beşdarî bernameya Mewlûda Nebî ya li navçeya Cizîra Şirnexê bûbûn, hîsên xwe ji ÎLKHAyê re gotin.
“Ji ber ku Xweda li pişta Xezzeyê ye bêşik wê Xezze serkeve”
Elîf Esmer Tatarê beşdarê bernameyê bûbû wisa got, “Em ji bo beşdarî bûyînê gelek kêfxweşin. Ez teşekkurî li kesên ku ji bo em beşdar bibin me teşwîq kirin dikim. Ez gelek teşekkur li kesên ku dibin sebeba bi bîr anîna Pêxember eleyhîsselam dikim. Xezzeya ku ji teref rejîma îşxalker tê bombebaran kirin, her çiqas di pişta dijminên Îslamê de dewletên xerbê hebin jî, ji ber ku Xweda li pişta Xezzeyê ye bêşik wê Xezze serkeve.”
“Ez gelekî ji Hz. Muhemmed eleyhîsselam hez dikim û ji Xwedê re şukr dikim”
Melek Ebrar jî got bername pir xweş e û wisa dewam kir, “Roja bernameyê rojeke gelek xweş bû. Civîna me ya bi teva birayan re li vê qadê hesteke pir xweş e. Ez gelekî ji Hz. Muhemmed eleyhîsselam hez dikim û ji Xwedê re şukr dikim. Em dizanin ku Xezze di bin bombebaranê ye. Xwe her wehşeta ku rejîma îşxalker li ser birayên me dike, bide serê siyonîstan jî.”
"Em mezin û biçûk her tim bi hev re ne"
Ecrîn Yoruk jî derheqê bernameyê de wisa got, “Bername pir xweş bû. Gelek xweş e ku pir kes hatin cem hev û beşdarî bernameyê bûn. Meha Nîsanê, meha jidayikbûna Hz Muhammed eleyhîsselam e. Zarokên ku beşdarî çalakiyê dibin derheqê Pêxember eleyhîsselam de dibin xwedî agahî. Em mezin û biçûk her tim bi hev re ne. Em dikarin fêm bikin ku em civakek biqewet in. Ez teşekkurî amadekarên vê bernameyê dikim. Hestên pir xweş dan me. Hêvîdar im bernameyên wiha her tim bên lidarxistin.”
“Emê malên îşxalkeran nestînin”
Tugba Bînzet jî werê peyivî, “Ez bi malbata xwe re beşdarî bernameyê bûm. Bernameyeke gelek xweş bû, baş bû em hatin. Qad gelek qelebalix bû. Ez ji bo Xezzeyê jî gelek xemgîn im. Divê em qet malê rejîma îşxalker nestînin. Xwedê serkeftinê nesîbî Misilmanan bike.”
“Me bi hezaran kes re Mewlûda Nebî pîroz kir”
Yusuf Şen jî wisa got:
“Ez bi malbata xwe re beşdarî bernameyê bûm. Her tişt xweş e. Baş kirin ku vê bernameyê çê kirin. Me bi hezaran kes re Mewlûda Nebî pîroz kir. Ez di bernameyê de derheqê jiyana Pêxember eleyhîsselam agahîyan hîn bûm. Em dixwazin ku bernameyên bi vî rengî bidomin. Em ji bo birayên xwe yên Xezzeyê jî xemgîn dibin. Divê em bêhtir alîkariyê bi wan bikin.
“Xwedê rejîma îşxalker tarûmar bike”
Ramazan Uçar jî derheqê Xezzeyê de peyivî û werê dewam kir:
“Em dixwazin ku bernameyên bi vî rengî bidomin. Vir gelek xweş e. Em Pêxemberê xwe gelek hez dikin. Bi hevalê xwe re beşdarî bernameyê bûm. Her wiha em ji bo dua kirinê hatin. Em teşekkurî ji kesên ku vê bernameyê amade kirin re dikin. Xwedayê mezin alîkarî bi Xezzeyê bike, rejîma îşxalker jî tarûmar bike.”
“Înşallah em li pişta berxwedana Xezzeyê ne”
Hayrulnîsa Uzen, “Li Cizîrê ji berê bêhtir kes beşdarî bernameya Mewlûda Nebî bûbûn. Gelek gotinên xwe derheqê Pêxember eleyhîsselam û berxwedanê de hat gotin. Xwedê ji kesên ku vê bernameyê rast kirine razî be. Înşallah em li pişta berxwedana Xezzeyê ne.”
“Xwedayê teala alîkarê Xezzeyê be”
Muhemmed Tunç jî wisa peyivî, “Em ji bo wiladeta Pîroz a Pêxemberê me Eleyhîsselam beşdarî bernameyê bûn. Em gelek kêfxweş in. Em li halê birayên xwe yên Xezzeyê pir xemgîn dibin. Xweda alîkarê wan be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Temsîlkarê Bajara Êlihê yê Yekîtîya Nivîskarên Tirkîyeyê Prof. Dr. Şemsettîn Dursunê ku destnîşan kir pêşeroja mirovên ku kitêb dixwînin ronîye, ji ciwanan re derheqê xwendina kitêbê de tewsîyeyan da.
Cotkarên ku li Êlihê di nav erdên xwe de enerjîya tavê danîne, bi vê şeklê ew ê erdên xwe bêperetî avdanê bikin. Bi xêra ev projeya ku li Êlihê cara yekem e cotkaran ji melîyeta ceryanê xelas bûn, ji cotkarên dinê re jî ev tewsîyeyê kirin.
Roj bi roj hinek emelên Pêxemberê me eleyhîsselat û wesselam ê ku piştî Quranê ji Misilmanan re wek nîzama jîyanê hatîye diyarkirin hatîye îhmalkirin û terkkirin. Ji vana jî ew ê herî muhîm Nimêja şevê, sîwaq û mesafeya sefên nimêjê ye.
Ev hûnermendên qaşo yên ku tu nirxên exlaqî nas nakin dibin sedema tehrîfatê.