Nivîskarê ku di encama êrîşa PKKyê de bûbû xazî, temamê qezenca kitêba xwe bexşî Xezzeyê kir
Fîkret Bayramê nivîskarê Batmanî ku ji ber kirinên xwe yên Îslamî di encama êrîşekî ku ji teref PKK yê ve hatibû kirin de gelek cihê bedenê wî felc bûbû, temamî qezenca xwe ya ku ji firotina kitêba xwe bi dest xistibû ji bo bigihîjinin kesên Xezzeyî yên muhtac da Karwana Umûdê ya Komeleya Batmanê.
Tevî ku êrîşên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê dewam dike, destekên gel a ji çar terefê Tirkîyeyê didome. Li Batmanê mînakeke piştgirîyê pêk hat.
Fîkret Bayramê nivîskarê Batmanî ku ji ber kirinên xwe yên Îslamî di encama êrîşekî ku ji teref PKK yê ve hatibû kirin de gelek cihê bedenê wî felc bûbû, temamî qezenca xwe ku ji firotina kitêba xwe ya bi navê “Fedaîyên Pêxember” bi dest xistibû ji bo bigihîjinin kesên Xezzeyî yên muhtac da Karwana Umûdê ya Komeleya Batmanê.

Nurettin Teymurê Serokê Komeleya Karwana Hêviyê ya Batmanê
"Em hewl didin ku rojane xwarinê bigihînin birayên xwe yên li Xezzeyê"
Nurettin Teymurê Serokê Komeleya Karwana Hêviyê ya Batmanê, diyar kir ku wan bexşa nivîskar watedar dîtine û got:
“Li Xezzeyê komkujî, qetlîam û êş berdewam dikin. Niha tu hêz nikare çeteyên îşxalker bisekinîn e. Em wekî Karwana Umûdê ya Batmanê xwe dispêrin Xwedê û hewldanên xwe yên alîkariyê didomînin. Em hewl didin ku rojane xwarina xwişk û birayên xwe yên li Xezzeyê bigihînin. Em ji bo vê yekê bi qerar in.
Bexşandina hemû qezenca kitêba birayê me Fîkret Bayram ji bo Xezzeyê ji bo xêrxwazên me mînakek e. Xwedê sebrê bide wî û malbata wî. Ez di hewildanên wî yên ji bo xêra Ummetê de serkeftinê dixwazim.

"Ji alîkariyê kêm nebin"
Serokê Komeleyê Teymur bang li xêrxwazan kir û got, "Karwana Umûdê ya Batmanê li kêleka Xezzeyê ye. Hûn jî dikarin bi rêya me alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Xezzeyê bikin. Wan ji vê alîkariyê mehrûm nehêlin."

“Ezê temamî qezencê bişînim Xezzeyê”
Nivîskar Fîkret Bayram jî di daxuyaniyîa ku belav kir de wisa got:
“Dema ku min kîtêba Fedaîyên Pêxember (Peygamber Fedaileri) nivîsan, helbet zehmetiyên ku birayê me yên Xezzeyî dijîn jî anî bîra xwe. Qezencên kitêbên ku heta aniha ketiye destên min, tev daye Karwana Umûdê. Weşanên ku piştî vê jî bê kirin ezê bişînim Xezzeyê.
Aniha Misilmanên herî mexdûr ên li ser rûyê erdê, birayên me yên Xezzeyî ne. Erka me ya ewil a Misilmanan, destek dayîna wan e. Hinek ji me bi keda xwe, hinek jî bi perê xwe destekê dide wan. Divê em tevî alîkarîyên xwe yên maddî di duayên xwe de jî wan bibîr bînin. Çimkî dua çeka me ya herî mezin e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Abdulquddus Yalçin ku beşdarî bernameya bîranîna Melayê Cizîrî ya ku ji aliyê Kovara Banga Heq ve hat lidarxistin bû, ji jiyana Cizîrî parçeyan parve kir û li ser kûrahiya wî ya îlmî nirxandinên girîng kirin.
Di bernameya bîranîna Melayê Cizîrî ya ku ji aliyê Kovara Banga Heq ve hat lidarxistin de Endamê Hîndekarê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Mêrdînê Artukluyê Profesor Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn axaftinek kir.
Di bernameya bîranîna Melayê Cizîrî ya ku li Cizîrê hat lidarxistin de Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş gotarek pêşkêş kir.
Dr. Cîhan Turan, ku moderatoriya panela ku ji hêla Kovara Banga Heq ve li Cizîrê hate lidarxistin kir, berî pêşkêşkirinan axavtinek kurt pêşkêş kir û di parastina ziman û wêjeya Kurdî de li ser rola Melayê Cizîrî bal kişand û got, "Di destên we de berhevokek helbestên bêhempa, wêjeyek bihêz, çandek dewlemend û zimanek hêja heye."