Sîyonîstên îşxalker, doh êvarê li Şerîaya Rojavayê bi balafirên bêînsan yê hewayê êrîşî kampa Nûr Şemsê kirin, di encamê de 4 ciwan şehîd bûn.
Rayedarên tenduristîyê yên Tulkerîmê, diyar kirin 4 ciwanên ku dûçarê êrîşî bombeyên rejîma îşxalker bûne şehîd ketin.
Wezareta Tenduristîyê diyar kir ku navê şehîdan ev in: Said Adil Şafi (23), Nimr Enver Ahmet Hamarşah (25), Muhammed Yasir Reca Şehadeh (20) û Muhammed Hasan Xenam Kanûh (22).
Çapemenîya mehellî diyar kir piştî ku ÎHAyên îşxalê ji Haret El-Tarkayê re fûzeyê avêtin li bajara Tulkerîmê teqîneke mezin hat bihîstandin.
Piştî êrîşê rayedarên Fîlîstînê şîna xwe teqdîm kirin û xeyn ji îmtîhanên lîseyê li giştîyê bajêr greveke mezin îlan kirin.
Hat diyarkirin ku ji roja Yekşemê vir ve li kampa Nûr Şemsê bi tevî van 4 ciwanan hejmarê şehîdan derketîye 7 kesan.
Îşxalkeran, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojavayê 136 jê zarok 560 kesan şehîd kirîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya ji berxwedana Xezzeyê û bertekên li hember normalîzekirina peywendiyên welatê xwe bi rêjîma sîyonîst re li bajarê Tancîrê ya Mexribê xwepêşandan kirin.
Di danê sibehê de, hêzên îşxalker piştî ku ew bi bombeyên deng û deng hedef girtin sera û zeviyên li başûrê bajarê Tulkarmê şewitandin. Niştecihên îşxalker li bakurê rojavayê Ramallahê jî li ser axa Filistîniyan kon vedan.
Nîjer, Malî û Burkîna Fasoya ku Tifaqa Dewletên Sahelê damezrandine di civîna ewil de danezana hevpar a ku sazkirina konfederasyonê pêşbînî dike îmze kirin.
Di êrîşa bi çek a li wilayeta Mîchîgana Emerîkayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.