Li 19 bajaran li dijî sextekaran operasyon: 51 binçavî
![Li 19 bajaran li dijî sextekaran operasyon: 51 binçavî Li 19 bajaran li dijî sextekaran operasyon: 51 binçavî](/img/NewsGallery/2024/5/6/391919/FeaturedImage/b2370e3a-d28a-47cf-9ba3-c6f0f61c1a37.webp)
Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di operasyonên ku li 19 bajaran de li dijî sextekaran bi navê Sîbergoz-38 operasyon hat lidarxistin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hasaba xwe medyaya daxuyani belav kir û got ku, ji teref cindermeyê li 19 bajaran li dijî sextekaran bi navê “Sîbergoz-38” operasyon hat pêkanîn.
Wezîr Yerlikaya got ku, bi koordînasyona Fermandariya Giştî ya Cindermeyan, Beşa Micadeleya li dijî Sûcên Sîberê; Li Şirnex, Mêrsîn, Stenbol, Enqere, Denîzlî, Edene, Muxla, Xetay, Êlih, Îzmîr, Entab, Nîxde, Seqerya, Manîsa, Diyarbekir, Kutahya, Trabzon, Sêrt û Meletîyê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ve operasyon hatin lidarxistin; di encama operasyonan de 51 şikdar hatin girtin.
Yerlîkaya îfade kir ku, di hesaba bankayê ya şikdaran de nêzî 62 mîlyon TL hereketîya pera hatiye tespîtkirin.
Di encama operasyonan de gelek telefonên destan, kompûter û kartê krêdiyê hat bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokatîya Îdareya Koçê destnîşan kir di kontrolên ku di rojên îdê de hatin kirin de 881 koçberên hatin tespîtkirin koçberên bênîzam in.
Li navçeya Qulpa Îdirê dema ku gundîyên Karabulakê diçûn zozanan wesayîtên wan dûçarê êrîşa çekdarî bû. Di êrîşê de 20 kes birîndar bûn.
Li Hetayê di encama qezaya qulipîna pîqaba ku karkerên cotkariyê vediguhast 21 kes birîndar bûn.
Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, destnîşan kir ku di encama şewata ku li Mêrdîn û Dîyarbekirê derket de hejmarê mirîyan derket 11 kesan.