Lêkolîner-Nivîskar Vahdettîn Înceyê ku beşdarî bernameya Mevlida Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bû destnîşan kir ku Hezretî Muhemmed rêberê cîhad û azadiyê ye.
Bi hezaran kesên ji her temenî beşdarî bernameya Mewlida Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bi temaya "Rêberê Cîhadê Hz Muhammed" hat lidarxistin bûn.
Di bernameya Mewlida Nebî ya ku hat tertîpkirin de; Nûnerên tevgerên îslamî yên Tirkiye û welatên cuda yên cîhanê, alim, rûspî, nûnerên gelek rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî beşdar bûn.
Lêkolîner-Nivîskar Vahdettîn Înceyê ku beşdarî çalakiyê bû ji nûçegihanê ÎLKHAyê re bi kurmancî nirxandinan kir.
“Hezretî Muhemmed, rêberê cîhad û azadiyê; rêberê azadiya mezlûm û mexdûra ye”
Înce diyar kir ku jidayikbûna Hz. Muhammed ji bo mirovahiyê girîng e û wiha got:
“Bi vê minasebetê li Stenbolê li dar xistina çalakiyeke wiha em kêfxweş dikin. Ev demeke dirêj e li Stenbolê civîneke wiha hêja û bi nirx nehatibû kirin. Ji ber vê sedemê ez organîzatorên vê çalakiyê pîroz dikim. Hezretî Muhemmed, rêberê cîhad û azadiyê; rêberê azadiya mezlûm û mexdûra ye. Wî rê nîşanî me giştika kiriye. Em gerekê qîmeta wî bizanibin. Divê em her aliyê zayînê, mirinê û rêya wê bizanibin û layîq bin. Ji ber vê yekê ev hevdîtin pir girîng e.”
“Îro dema em Hezretî Muhemmed bi bîr tînin, divê em Xezzeyê jî ji bîr nekin”
Înce bal kişand ser jenosîda li Xezzeyê û ev tişt got, “Tiştekî ku van rojan dilê me diêşîne heye; Û ev jî êrîşên îsraîlê yên li ser Xezzeyê ne. Komkujiyeke mezin tê pêkanîn. Nêzî 40-50 hezar însan şehîd bûn. Bêhtirê kesên ku hatine şehîdkirin zarok û pîrek in. Mirovên sivîl tên qetlkirin. Ji ber vê yekê îro dema em Hezretî Muhemmed bi bîr tînin, divê em Xezzeyê jî ji bîr nekin. Rizgariya Xezzeyê bi şopandina rêya Hz Muhammed pêkan e. Bi hêviya ku çalakiya Mewlida Nebî ji bo azadiya Xezzeyê û tunekirina zaliman bibe duayek.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Edîrneyê 19 koçberên ku hate tespîtkirin bi rêya dizî ketine welat hatin girtin.
Weqfa Êtîman ji ber lehiyê li gelek parêzgehên Efganîstanê ji bo gelê Efxan ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye, banga alîkariya lezgîn kir.
Li ser rêya Bidlîs-Wanê otobusa rêwiyan ji kontrolê derket û li nêzî gundê Yoncabaşi (Şukranîs) ket çemê. Di qezayê de 7 rêwî birîndar bûn.
Otomobîlfiroşan diyar kirin ku ji ber faîza zêde bazara wesayitên nû û yên desta duduyan sekinîye û diyar kirin ku ji bo ku bazirganî çêbibe divê faîz kêm bibe.