70 hezar misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin
Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin. Dagirkeran rê li ber bi gihîştina bi hezaran Filistîniyên ji Şerîaya Rojava girtin û gelek ji wan li xalên kontrolê hatin girtin.
Tevî hemû qedexe û astengiyên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine danîn jî, nêzîkî 70 hezar misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin.
Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Weqfê ya Îslamî, ji saetên serê sibehê ve bi deh hezaran Filistînî ber bi Mizgefta Eqsayê ve herikîn. Her çend li Bajarê Kevin ê Qudsê û li derdora Heremê Şerîf gelek mirov kom bûn jî, hêzên îşxalker hejmareke mezin ji leşker û polêsên xwe şandin herêmê.
Hêzên rejîma sîyonîst li deriyên Qudsê û deriyên Bajarê Kevin kontrolên nasnameyê tundtir kirine. Ji Filistîniyan, bi taybetî yên ji Şerîaya Rojava, ketina Qudsê nayê qebûlkirin, gelek ji wan têne vegerandin an jî li xalên kontrolê demek dirêj li benda wan dimînin.
Çavkaniyên Filistînî diyar kirin ku hêzên îşxalker beriya roja Înê hebûna xwe ya leşkerî li Quds û li dora Mizgefta Eqsayê zêde kirine, lê dîsa jî bi hezaran kes bi rêyên alternatîf gihîştine cihê pîroz. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Nonthaburi ya Taylandê, di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistanekê de ku ji aliyê xwendekarekî 14 salî ve hatiye kirin, 8 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bûye sedema pêlek nû ya koçberiyê. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku mezintirîn kampa penaberan li bajarê El Ubeîd di nav kêmtirî du hefteyan de bi sedan konên nû berfireh bûye.
Li herêma Sylhet a Bangladeşê, di encama lihevketina du otobusên rêwîyan de 8 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.