Li Kenyayê di encama lehîyên ku ji ber baranên zêde çebû de 169 kes mirin.
Di daxuyaniya ku ji teref hikûmeta Kenyayê ve hat kirin de hat ragihandin ku, hejmara kesên di lehiya ku ji ber barana zêde ya ku ev nêzî 2 hefte ne didome de jiyana xwe ji dest dan derket 169an û 91 kes jî winda ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku paytext Naîrobî jî bandor dîtîye û hin rê hatine girtin û ji ber barana zêde û lehiyê ku dewam dike li seranserê welêt zêdeyî 200 hezar kes mexdûr bûne.
Hat destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo kesên ku ji ber lehiyê mexdûr bûne dewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cenazeyên Serokkomar Îbrahîm Reîsî û lijneya bi wî re ya ku li Îranê di qezaya helîkopterê de canê xwe ji dest dabûn ew ê roja Sêşemê li bajara Qumê di dema nimêja esrê de bê definkirin.
Şêx Muhemmed bîn Ebdurrehman El Sanîyê Wezîrê Karên Derve û Serokwezîrê Qeterê, banga xurtkirina hewildanên ji bo bidawîkirina êrîşên li Xezzeyê kir.
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM), derheqê serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netenyahu de biryara girtinê derxist.
Mîsyona Piştgirîya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) ragihand ku, di navbeyna 2023-2024a meha Nîsanê de li Lîbyayê26 jê zarok 35 kes ji ber mayînan mirin an jî birîndar bûn.