Cîzreyîyan, ji bo terawîha ewil a Meha Remezanê ku “Siltanê 11 Mehê Ye” camî û mescîdan tijî kirin. Li navçeyê di serî de Camîya Mezin û di hemû camî û mescîdan de mirovan beşdarîyekî mezin nîşan dan.
Misilmanên ku camîyan tijî kirin, di vê meha Remezanê de dilsoz bûn.
Cemaeta ku piştî nimêja Eşayê dest bi nimêja terawîhê kirin, bi tevî selewat û duayan şeva xwe îhye kirin.
Pîrek, zilam, zarok û îxtîyarên ku ji bo nimêjê hatin camîyê ji sîyonîstên ku li Xezzeyê qetlîaman li dar dixin re lenet anîtin.
Cîzreyîyên ku hêstrên xwe ji ÎLKHAyê re gotin, ji bo xelasîya Xezzeyê dua kirin.
Îdrîs Îşikli ku hatibû nimêjê weha axivî, “Meha me ya Remezanê bi xêr û bereket be. Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku bila xatirê vê meha bimbarek qetlîama ku li Xezzeyê tê jîyandin bide sekinandin.”
Îlyas Gelerî ku ew jî hatibû camîyê weha axivî, “Meha Remezanê bila alema Îslamê re bi xêr be, Xwedê bi xêr û bereket bike. Xwedê bila bi xatirê meha Remezanê Quds û Xezzeyê azad bike. Xwedê bila xatirê vê mehê ji nexweşan re şîfayê bide, bila duayên ku têne kirin jî qebûl bike.”
Îmam Xatîbê Camîyê Murat Denîl jî weha got, “Sîya Meha Remezanê ku serê wî rehmet, orta wî mexfîret û dawîya wî jî xelasîya ji ezaba cehennemê ye hatîye ser alema Îslamê. Bi taybetî Xwedayê min bila ji xûşk û birayên me yên li Xezzeyê û li hemû welatên dinê ku mehzun in re derîyê rehmê vebike. Bila hemû tarîtîya ku li ser wan e ji ser wan rabike û ji wan re ronahîyê bide. Duayên me bi xûşk û birayên me yên Xezzeyîyan re ye. Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku bila di demeke zû de Xezzeyê xelas bike, Qudsê azad bike û bila cardin ew derê bike paytexta Îslamê. Bila Rebbê me wan roja nîşanê me bide. Li Cizîra me meha Remezana bimbarek dest pê kir. Me terawîha xwe ya ewil kir. Xwedê bila bi layiqî derbaskirina Remezanê bike nisîbê me.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn diyar kir ku Êlih di warê bajarvaniyê de hê ne di asta ku heq dike de ye, diyar kir ku piraniya kêşeyên Êlihê bi nêzîkatiya şaredariyê ya bi bandor û pêşdîtin dikarin bên çareserkirin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli jî li ser bertekên hilberîneran ên der barê bihabûna çaya teze de hat pirsîn û got, "Li gorî lêçûnan bihayê kirînê yê maqûl hatiye amadekirin û eşkerekirin."
Hat desntîşankirin 4 polêsên ku di Midurtîya Ewlehî ya Bajarê Enqereyê de wezîdedar in hatin binçavkirin.
Wezareta Parastin a Netewî daxuyand ku ew li di operasyoneke asîmanî de 12 endamên PKKê kuştine.