Di êrîşa ku li Xezzeyê hat kirin de ekîbên alîkarîya însanî û sîvîl hatin hedefgirtin. Di encamê de 37 Filistînî şehîd bûn, herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li dijî sîvîlan êrîşên asîmanî hatin lidarxistin. Di êrîşan de, bajarên Xan Yûnis û Refahê hatin hedefgirtin. Di encama êrîşa ku li dijî mirovên ku ewlehîya qamyonên alîKarîyê dikirin hat lidarxistin de 15 kes şehîd bûn, nêzê 30 kesan jî birîndar bûn.
Li Kampa Nuseyratê jî, balafirên sîyonîstan, mala El-Lewha ku malbata Hebbaşê ji bo demekî xwe sipartibûn hedef girt. Di van êrîşan de jî 15 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Midûrtîya Parastina Sîvîl a Xezzeyê, daxuyand ku di du êrîşên cuda yên ku li Çarrêya Nasra li Mewasîyê û CeddeyA Behra Refahê hatin lidarxistin de jî şehîd û birîndar hene.
Xeyn ji van agahîyan li Ceddeya Celaya Xezzeyê jî ji avahîyekî re êrîş hat lidarxistin û di vê êrîşê de jî 7 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Di navbera birîndaran de zarok jî hene. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 835an û hejmara birîndaran jî derket 106 hezar û 356an.
Weqfa Êtîman, ji bona ku êş û elemên li Xezzeyê sivik bike xebatên alîkarîyê dike, bênavber xebatên xwe didomîne. Weqf, bi navbeynkarîya dildarên li herêmê ev bû çend roj e şîva germ belav dike.
Tevgera HAMASê, kuştina Wezîrê Penaberan ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Xelîlûrrahman Hakkanî û hinek hevalên wî li Kabîla paytext şermezar kir.