Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîyekî çapemenîyê da, derheqê rojeva hindir û derve de nirxandinan kir.
Parlamenterê Entabê û Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr derheqê; meseleya Kurd, endamtîya Tirkîyeyê ya ji BRICSê re, însanên ku duwelatîyên wan hene de nirxandinan kir.
Demîr ji gotinê xwe re bi nirxandinên derheqê pêvajoya nû ya derheqê Meseleya Kurd de tê fikirandin ku bê destpêkirin de dest pê kir û weha got, “Geşedanên dawî di nava raya giştî de pirsa 'Pêvajoyeke çareserîyê ya nû dest pê dike?' minaqeşeyek anî. Di serî de em dixwazin vê yekê bibêjin: Her kesê ku li paşeroja welat difikire û ya herî baş dixwaze hemfikir e ku divê meseleya Kurd bê çareserkirin. Ev nayê wê wateyê ku kesên bi nexweşîya nîjadperestîya ku mezheba şeytan e û rêxistinên faşîst ên koka xwe li derve ne, di vê mijarê de xwedî helwesteke neyînî bin. Heya ku ev pirsgirêk çareser nebe, dê pêşveçûna welat têk bibe; Tirkiye wê nikaribe li herêmê û cîhanê pozîsyona ku divê bigire dest bike.”
“Meseleya Kurd cuda ye, pirsgirêka PKKê cuda ye”
Demîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku “Divê di warê Meseleya Kurd de di bingeha edalet û hiqûqê de ji bona ku çareserîyekî kokî bê anîtin gav bêne avêtin.” û dûre weha got:
“Bi hinek rêziknameyên ku parastina qismî ya mafên bingehîn pêk tînin ne mimkin e ku pirsgirêk çareserîyek radîkal pêk were. Binavkirina vana wek litfekî ji perspektîfa edaletê re ne guncaw e. Îslam çîmentoya vê erdnîgariyê ye û ji bo çareserîya vê pirsgirêkê divê perspektîfa biratîya Îslamî neyê paşguhkirin. Divê hiqûqa biratîyê bê tesîskirin, edebiyata wê nebe.
Çek danîna rêxistinê ji bo normalbûnîya sîyaseta welat elzem e. Lê çareser kirina meseleya Kurd a ku ev sed sal e berdewam dike û daxwazên Kurdan ên rewa weke bazarkirina bi rêxistineke çekdar re, bendeke sîyasî ye û ji aliyê hiqûqî ve ne rast e. Meseleya Kurd tiştekî din e, pirsgirêka PKK tiştekî din e. Her wiha ti partîyeke sîyasî temsîlkarîya hemû Kurdan nake. Hewldana çareserkirina vê meseleyê bi tenê bi yek alîyekî sîyasî tê wateya dubarekirina xeletîyên berê ye. Ev nêzîkatî wê bibe sedem ku çareserî têk biçe. Bi vê minasebetê em wek HUDA PARê îfade dikin ku em amade ne ku di çarçoveya heq û edaletê de ji bo çareserkirina meseleya kurd berpirsyariyê bigirin ser milê xwe û ji bo çareserîyê jî çi ji destên me tê em ê bikin.”
“Divê gavên ciddî yên ku meseleya Kurdan ji kokê ve çareser bike, biratîya Îslamê bi temamî tesîs bike bêne avêtin”
Demîr di axavtina xwe de derheqê ji bo çareserîya meseleya Kurd de çi lazim e anît ziman û weha got, “Binesazîyên gelek girîng ên weke çêkirina makeqanûneke nû, çêkirina destûreke medenî an jî avakirina aştî û biratîyê çênabe û di sedsalê de carek jîngeheke wiha çênabe. Ji ber vê yekê, ger tê bawerkirin ku îro jîngeheke wiha dikare were afirandin, ger were bawer kirin ku zemînek wiha di warê jimareya parlementoyê, rewşa civakî û raya giştî de çê bûye, divê ev zemîn bê avêtin. Tiştên ku bên kirin divê tenê bi tedbîrên ciddî neyên avêtin ji bo çareserîya radîkal a meseleya Kurd û pêkanîna edalet û biratîya îslamî. Ev gavên destûrî bin, qanûnî bin, dewletî bin jî, di her qadê de her tiştê ku 100 sal in li pêşiya biratiyê bûye asteng, divê bi feraseteke radîkal ji holê bê rakirin û rê li ber pirsgirêkên wiha bê girtin ku careke din bên vî welatî.”
“Divê em bi lez tevbigerin da ku sîyonîstên ku bûne du hemwelatî û beşdarî qirkirinê bûne wek heqê wan tê cezakirin”
Demîr der barê pêşnûmeya ku der barê mehkemekirina duwelatîyên bi pasaporta welatê me da ku tê îddiakirin ku ji bo şebekeya terorê ya sîyonîst eskerî kirine û beşdarî qirkirina li wir bûne hatine kirin de weha got: "Tora terorîstî ya îsraîlê biryara betalkirina welatîbûna malbatên kesên ku qaşo terorîst in û dersînorkirina wan girt. Em hemû dizanin kesên ku ew wek terorîst pênase dikin birayên me yên misilman in ku azadîxwaz in û li dijî îşxalkê şer dikin. Ji ber vê yekê ji bo hemû mirovahîyê şerm e ku kesên mafên xwe diparêzin û li dijî îşxalkerîyê û qirkirinê ne, weke terorîst bên nîşandan, weke terorîst bên qebûlkirin, welatîbûna wan bê betalkirin û bên dersînorkirin. Divê em wek welat ji vê yekê ders bistînin û ji bo betalkirina hemwelatîbûna sîyonîstên ku bûne du hemwelatî û beşdarî qirkirinê bûne, ji bo betalkirina hemwelatîbûna sîyonîstên ku di qirkirinê de cih girtine, bên darizandin û cezayê ku heq dikin, bi lez tevbigerin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî qezayên ku li ser rêya Xarpêtê pêk hatin li navçeya Bismilê jî 4 wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya zîncîrî de 7 kes birîndar bûn.
Li Palandokenê aşît ket xwarê û di encamê de 5 kes birîndar bûn, dema ketina aşîtê jî bi kameraya telefona destan hat kişandin.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku li dijî PKK/KCK operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 40 şikdar hatin binçavkirin.
Li Dîyarbekirê ji ber mija gurr li ser pira Devegeçîdîya Çarrêya Seyrantepeyê 13 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.