Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu got, “Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKK, bi metodên terorê ketîye pêşîya axavtina meseleya Kurdan, bûye sebeb ku ev mesele di bingeha şîddetê de bê axavtin.” Emîroglu bal kişand ku diê mitleqe biratîya Kurdan û Tirkan di bingeha edaletê de bê tesîskirin.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu, derheqê meseleya Kurdan, pêvajoya nû û xebatên makeqanûna nû de nirxandinan kir, destnîşan kir ku biratîya Kurdan û Tirkan mitleqe di bingeha edaletê de bê tesîskirin.
Emîroglu, îfade kir ku divê di makeqanûna nû de jî hemû sosyolojîya welat bê hesabkirin û bi wê şeklê bê çêkirin.
Emîroglu ji axavtina xwe re bi gotinên, “Meseleya Kurdan, meseleyekî ku bi tevî dîrokî, sîyasî, sosyolojîkî, herêmî û navneteweyî bê bidestxistin e.” û dûre weha berdewam kir, “Ev mesele tenê di warê ewlehîyê de hatîye bidestxistin, heta îro jî ji bo çareserîyê rê û metodên xelet hatine bikaranîtin, ev jî meseleyê kirîye nav tengasîyekî ku mirov nikare jê derkeve. Lazim e ku pêşî em meseleyê bi şekleke rast bidin wesfkirin, hedefekî bidin pêşîya xwe û di rêyên meşrû de çaraserîyan bigerin. Dema ku Dewleta Osmanî belav bû, hemû erdnigarî parçe parçe bû û hat parvekirin Kurdên Misilman ji Osmanîyan veneqetîyan, îxanetê nekirin, mesulîyeta biratîyê bicîhanît û li çar alîyê welat memleketê parastin. Van Kurdên ku yek ji unsurên damezrînerê vê welatê ne, demekî piştî damezrandina rejîma nû dûçarê redkirin, înkar û asîmîlasyonê bûn. Mixabin dûre ew jî û zimanê wan jî tune hatin hesibandin.”
“Zilmên ku di dewra yek partîyê ku CHP desthilatdarbû de ji Kurdan re hatine kirin hêj ji hafizeyan nehatîye jêbirin”
Emîroglu destnîşan kir zilmên ku di dewra yek partîyê ku CHP desthilatdarbû de ji Kurdan re hatine kirin hêj nehatîye jibîrkirin, “Zilmên ku di dewra yek partîyê ku CHP desthilatdarbû de ji Kurdan re hatine kirin hêj ji hafizeyan nehatîye jêbirin. Muameleyên ku di dewra yek partîyê de ji ber polîtîqayên qetlîam, tenkîl û tehcîrê hatine kirin, qedexekirina zimanan û encamên giran ên vana mixabin ji welat re travmayên mezin daye jîyandin. Zilmên cuntaya 12ê Îlonê jî ji van travmayan re bûye xwê û maye. Di dewra yek partîyê de bi dehhezaran Kurd ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene bi wehşîyane hatin qetilkirin. PKKyê ku qaşo ew jî bi îddîayên parastina mafên Kurdan derketîye holê, zêhnîyeta yek partîyê daye berdewamkirin û li cîhên ku Kurd li wê derê zêde dijîn xwe avêtine gundan û bi tevî pîrek û zarokan xwîna bi dehhezaran Kurdan rijandin.”
“PKK, sazîyekî wisaye ku ji bo hebûna xwe bide tehkîmkirin bedêla herî mezin ji Kurdan re daye dayîn”
Emîroglu di berdewama axavtina xwe de weha got:
“PKKê, rêxistinekî Marksîst û Lenînîst ku ji derbeyên di dewra yek partîyê de pêk hatine xwe beslê kirîye û polîtîqa û muameleyên zextan ên li ser Kurdan ji bo hebûna xwe wek propagandayekî bikaranîtîye ye. Di nav pêvajoyê de di nav destê Emrîka, îsraîla sîyonîst û emperyalîzmê de bûye wek aparatekî. Ji ber vê yekê PKK, encamekî meseleya Kurdan nîne, ew sazîyekî ku ji bo menfeatên xwe ya rêxistînî Ji meseleya Kurdan xwe bêslê dike, ji bo tehkîmkirina hebûna xwe bedêlên herî mezin ji Kurdan de dide dayîn û gemarîyekî ku di planên herêmî ya Emrîkayê de tê bikaranîtin e.
PKK, di Gelîyê Beqayê û çîyayan de bi îtîrafên Abdullah Ocalanê 15 hezar ciwanan di înfazên nav rêxistinê de qetil kirîye. Yên ku di girtîgehan û cîhên dinê de jî bi îxanetê hatine sûcdarkirin û hatine kuştin jî ne di vê jimarê de ye. Hema hema temamê wan kesên ku PKK wan bi îddîayên îxanetê û saîkên hesabdayîna nav rêxistine kuştîye Kurd in. Tenê di bûyerên çelikên de ku di sala 2015an de pêk hatibû 7 hezar ciwan ji daxwazîyên bêmane yên rêxistinê û fantazîyên çepgirên Tirkan re qurban kirin û bajarên Kurdan wêran kirin. Vana jî dîsa PKKê kir.
PKKyê ku di warê rijandina xwînê de bi zêhnîyeta yek partî û derbekaran re dighêje, zemînkeî amade dike ku bila mafên Kurdan neyê axavtin û ji dêla mafên Kurdan de şîddeta rêxistinê bê axavtin, bi vê şeklê ketîye pêşîya axavtina meseleyê ya di warê sîyasî, civakî û aborî. Mixabin ji ber ku ev 40 salî zêdetir e prisgirêka PKK û maf û daxwzîyên meşrû yên Kurdan tevlîhev hatine kirin meseleya Kurdan bi temamî nehatîye fêhmkirin, ji ber vê yekê çareserîyekî jî nehatîye dîtin.”
“Meseleyan Kurdên divê qethîyen bi kesên ku çek di destê wan de heye re neyê axavtin”
Emîroglu ku ragihand “Meseleya Kurdan, meseleyekî maf û hiqûqê ye.” axavtina xwe weha zêde kir, “Ji ber vê yekê divê çareserîya meseleyê bi şert û mercan re neyê girêdan û ji bo bazarîyê jî neyê meselekirin. Meseleya Kurdan û pirsgirêka şîddetê ji hev cuda ne. Meseleyan Kurdên divê qethîyen bi kesên ku çek di destê wan de heye re neyê axavtin. Pirsgirêka şîddetê jî meseleyekî cuda ye. Heger PKK çek dêyne an jî daneyne jî divê mafên Kurdanê bi temamî bêne naskirin. Di meseleya Kurdan de mixatap di serî de partîyên sîyasî û sazîyên rêxistî ne û bi vê şeklê temamê gel e. tu partîyek an jî sazîyek bi tena serê xwe temsîlkarê Kurdan nîne. Sedemekî herî muhîm ya di warê neçareserkirina meseleya Kurdan de jî berxwedana bûrokrasîyê û behenekirina birokratên ku bi çalakîyên PKKê naxwazin ev mesele çareser bibe ye.”
“Divê tenê edebîyata biratîyê neyê kirin divê hiqûqa wî jî hebe, mitleqe divê biratîya Kurdan û Tirkan di bingeha edaletê de bê tesîskirin”
Emîroglu weha îfade kir, “Ji bo ku xeyalên emperyalîzm û sîyonîzmê yên li erdnîgariya me ji holê rabin, divê ev mesele bi awayekî ji bin ve bê çareserkirin. Weke ku me berê jî gelek caran tekez kiriye, çareseriya meseleya Kurd tenê bi esasgirtina ramana yekitiya îslamî di warê maf, hiqûq û biratiyê de pêkan e. Bingeha feraseta Yekitiya Îslamê biratî, fedekarî û hevgirtin e. Biratî tenê bi edebiyatê neyê nivîsandin, hiqûqa wê aktuel be, biratiya Kurd û Tirkan li ser esasê edaletê bê avakirin. Piraniya kurdan misilman in. Kurd tenê tiştê ku Xwedê bi heqî daye wan dixwazin. Lê li hemberî perwerdeya bi zimanê dayîkê ku mafê herî bingehîn û rewa ye astengiyên destûrî hene. Nakokî ye ku zimanê bi milyonan kurdan kurdî ne xwediyê statuyeke fermî ye. Weke pêwîstiya hiqûqa biratiyê divê dawî li vê nakokiyê bê anîn.”
“Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin”
Emîroglu bibîrxist ku kengî meseleya Kurdan tê rojevê PKK bi metodên terotî nahêle ku bila ev mesele bê axavtin, “Rêxistina ku li ser navê kurdan rê û rêbazên neqanûnî û ne rewa bikar tîne, di rastiyê de tu xem û fikarek ji bo çareserkirina meseleya kurd nîne. Dema ku meseleya kurd dihat rojevê, PKK bi rêbazên xwe yên terorê pêşî li nîqaşa meseleya kurd girt û bû sedem ku mijar li ser esasê şîddetê were nîqaşkirin. Mînaka vê ya herî dawî jî êrîşa TAIê ye. Nêzîkatiya di bernameya partiya me de û tiştên ku me heta niha gotiye dê ji bo çareseriya meseleyê alîkariyeke ciddî bike. Ger hêvîya çareseriyê hebe, divê ev hêvî winda nebe. Lêbelê ji bo vê yekê dilpakîyek pêdivî ye. Hêvîyên xwe bilind bikin û hesabên din bikin dê ji feydeyê bêtir zirarê bike. Wendakirina hêvîya çareserîyê ya li nava welat, girseyê dihêle ku li çareyan li cihên din bigerin.”
“Bi tu şeklî divê daxwaz û mafên Kurdan ji rêxistinekî an jî partîyekî re meseleya bazarîyê neyê kirin”
Emîroglu ji axavtina xwe re weha bal kişand, “Li gorî me di meseleya Kurdan de edresa çareserîyê Enqere ye” dûre di berdewam axavtina xwe de weha got, “Ger ji bo çareseriyê pêvajoyek dest pê bike, divê şefaf be; Divê li pişt derîyên girtî nebe û neyê fêmkirin. Divê xeletiyên ku di pêvajoyên berê de hatine kirin dubare nebin. Bi taybetî jî divê meseleya Kurd û PKKê ji hev bên cudakirin. Divê tu carî daxwaz û mafên kurdan nebin mijara muzakereyê bi yek rêxistin û partiyekê. Gavên avêtin û pêşketinên ku Tirkiyeyê di vê mijarê de di van bîst salên dawî de avêtine bêguman hêja ne. Girîngiya Serokatî ya li ser 'Sedsala Tirkiyeyê' jî gelekî girîng û hêja ye.”
“Em wek HUDA PARê ji bo çareserîya meseleya Kurd çi bi me bikeve ji bo kirinê em amade ne”
Emîroglu, herî dawîn derheqê Meseleya Kurd û pêvajoya nû de weha got:
“Tirkiye sedsala xwe ya yekem li pey xwe hişt. Bi dîtina me ev sedsalîya ku biratî, yekîtî û edalet pêk nehat, sedsala winda ye. Tirkiye êdî ketîye sedsaleke nû. Ji bo ku sedsala bê nebe sedsalek winda, divê em sedsala nû li ser bingeha biratîya îslamî ya 1000 sal berê li Melezgirtê ava bikin. Bila ev sedsal bibe sedsaleke ku rih û siberoja biratîya Îslamî ji bo Tirk û Kurdên Misliman ava bibe, wek ku di sala 1071ê de li Melezgirtê hat kirin. Bila sedsala duyemîn bibe sedsalek ku Tirk û Kurd bi hev re ava kirine. Her çend ev dijwar xuya bike jî, ne mumkin e. Elhemdulillah em misilman in û çareserî di Îslam û biratiya Îslamî de ye.
Weke HUDA PAR em ê ji bo çareseriya meseleya kurd ji erka xwe dûr nekevin. Werin em li ser hevpariya Îslamê bibin yek, hiqûqa biratîyê ava bikin, bi hev re wek bira bi hêz û xurt bin. Nexwe wê Emrîka, rojavaya Emperyalîst û sîyonîzm me perçe perçe bikin û daqurtînin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd mijareke bi Destûra Bingehîn ve girêdayî ye. Helwesta tund a li ser prensîba neguherbarê ya di Destûra Bingehîn de yek ji astengên li pêşiya çareserkirina vê meseleyê ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Platforma Nesla Quranê ku ji bo Sê Mehan peyamek taybet weşand, destnîşan kir ku van mehên bimbarek ji bo hişyarîya menewî firesedekî ye û divê desteka ji Xezzeyê re tê dayîn berdewam bike.
Li Erzîncanê roja Şemîyê otobûsekî qelibîbû û 21 kesan birîndar bûbûn, hat îfadekirin ku şofêrê otobûsê li nexweşxaneya ku tedawîyê didît de canê xwe ji dest da.
Li Êlihê ji bernameya “Dawîya Hefteyê ji Xezzeyê Re Bexş Dikin” re, welatîyan gelek eleqeyek nîşan dan.
Walîtîya Efyonê ragihand ku ji ber barîna berfê li dibistanên seretayî û navîn û sazîyên perwerdehîya taybet rojek hat rawestandin.