Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Emrîkaya îxşalker Matthew Miller, destnîşan kir ku rejîma sîyonîst, derheqê “Çend operasyonan” de ji Emrîkayê re agahî dane û ew “Di vî warî de hevdîtinan kirine.”
Wezareta Karên Derve yê Emrîkayê, destnîşan kir ku rejîma sîyonîst, derheqê “Çend operasyonan” de ji Emrîkayê re agahî dane û ew “Di vî warî de hevdîtinan kirine.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Emrîkaya îşxalker Matthew Miller weha got, “Derheqê çend operayonan de ji me re agahîyan didin, ez dizanim ku min derheqê operayona bejahîyê de çend tiştan dîtime. Me bi wan re (îsraîl) derheqê vê meseleyê de çend hevdîtinan kir. Ew ji me re gotin ku niha ew li dijî binesazîya Hîzbullahê ku nêzê sînorê ne operasyonên sînordar dikin. Encax em di vî warî de daîma bi wan re hevdîtinê dikin.”
Rayedarekî dinê yê Emrîkayê jî îfade kir ji ber ku Emrîka “Ji parastina xwe ya wan re destekê dide” ji wan nehat gotin ku êrîşên li dijî Libnanê bidin sekinandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku ew tu dem naxwazin ku li Libnanê êrîşeke bejahîyê bibînin.
Rejîma îşxalker, doh di seatên êvarê de li Şama paytexta Sûrîyeyê êrîşan li dar xist, di encama êrîşa asîmanî de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li herêma sînorê operasyonên bisînordar, mehellî û noqte hatine destpêkirin.”