Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû 304 roj ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama qetlîamên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 24 kes hatin şehîdkirin, 110 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 39 hezar û 677 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 91 hezar û 645 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat îfadekirin ku îşxalkeran li Xezzeyê 12 êsîran serbest berdan.
Li paytext Bangkoka Taylandê otobûseke ku di nav de 44 xwendekar û mamosteyek hebûn şewitî, di encamê de herî kêm 20 kes mirin.
Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku ew tu dem naxwazin ku li Libnanê êrîşeke bejahîyê bibînin.
Rejîma îşxalker, doh di seatên êvarê de li Şama paytexta Sûrîyeyê êrîşan li dar xist, di encama êrîşa asîmanî de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.