Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû 331 roj e ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 3 qetlîamên ku di 48 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 48 kes hatin şehîdkirin, 70 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 40 hezar û 786 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 94 hezar û 224 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê HAMASê Xelîl El Hayye, bal kişand ku îşxal diz û eşqîyayan diparêze, dûre weha got, “Operasyonên dizîkirina alîkarîyan a li Xezzeyê bi onaya îşxalê hatîye kirin.”
Sîyonîstên îşxalker, bajara Palmîra û derdorê wî bi fuzeyan hedef girt, di êrîşa îşxalkeran de herî kêm 36 kesan canê xwe ji dest dan, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim, got ku Hîzbullah pêşnîyaza taslaka ji bo li Libnanê agirbest bê îlankirin ya Emrîkayê ku bi pêşnîyazên hikumeta Libnanê re wek hev e not girtîye û biryar êdî li alîyê îşxalê ye.
Li Libnanê di nav 24 seatên dawîn de di êrîşên artêşa îşxalê de 14 kes şehîd bûn.