Hat diyarkirin ku Emrîqa û Îngilistan, êrîşî Balafirgeha Hudeydeya Yemenê kirin.
Li gorî xebera El Mesîre TV ya ku girêdayê Ensarullahê ye, ji teref Emrîqa û Îngilistanê ve êrîşî balafirgeha navneteweyî ya Hudeydeyê hat kirin.
TV, ragihand ku herî kêm pênc caran êrîşî balafirgehê hatîye kirin, ev balafigeh ji sala 2015an heta niha nayê şixulandin lê ji bo Ensarullahê bûye wek baregeha leşkerî
Di TVê de derheqê mirî, zayîat an jî birîndaran de tu agahîyek nehat dayîn.
Ji destpêka êrîşa ku li dijî Xezzeyê hatîye kirin vir ve Ensarullah daxuyandibû ku ew li dijî keştîyên rejîma îşxalker operasyonan dane destpêkirin, di vê çarçoveyê de jî gelek keştîyên dijmin kirine hedef. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Keştîyeke ku ji bo sîyonîstan barê çekan di nav de bû, ji bona ku ji keştîyê re sotemenîyê bikê daxwazîya sekina di benderê Îspanyayê de şand, ew daxwaz ji teref hikumetê ve hat redkirin.
Li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê di camîyekî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Balafirên rejîma îşxalker ên sîyonîst heta serê sibehê êrîşên asîmanî li dar xistin, di encama êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 14 Fîlîstînî şehîd bûn.
Li bajara Dusseldorfa Elmanyayê di avahîyekî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest da, 16 kesan jî birîndar bûn.