Ensarullah li Yemenê leşkerên Siûdî hedef girt: Gelek kuştî û birîndar hene
Ensarullah a Yemenê ragihand ku wan bi gelek mûşekên balîstîk û dronan "kampên bicihkirina leşkerî" li deverên Ruweyq û Sinya yên parêzgeha Marib û devera Ebr a parêzgeha Hedremût kirine armanc û di encama êrîşan de "bi sedan leşkerên Siûdî hatine kuştin û birîndar bûne".
Berdevkê leşkerî yê Ensarullahê Tuxgeneral Yahya Serî, di daxuyaniyekê de ragihand ku Erebistana Siûdî nêzîkî 12 salan e ku dorpêç û êrîşên xwe yên li dijî gelê Yemenê didomîne.
Serî diyar kir ku hêzên Ensarullahê komeke leşkerî ya berfireh ji aliyê Erebistana Siûdî ve ku bajarên Yemenê û gelê Yemenê hedef digire, tespît kirine ku di merhaleya xwe ya dawî de ye û wiha got, "Di vê çarçoveyê de, Hêzên me yên Çekdar bi gelek mûşekên balîstîk û balafirên bêmirov li dijî komeke leşkerî ya berfireh û asta bilind li herêmên el-Ruweyk, el-Ebr û el-Sinya, û her wiha kampên din ên girêdayî Tûgayên Awarte yên Yekem û Sêyem operasyon pêk anîn."
Serî derbarê encamên hedefgirtinê de ev agahî da:
"Bi sedan kirêgirtiyên dijminê Siûdî hatine kuştin û birîndar kirin. Gelek kamp, depo, embar û çekên dijminê Siûdî li herêma El-Wadî'a ya li rojhilatê welat hatine wêrankirin û şewitandin. Gelek wesayîtên leşkerî yên ku di kampên hedefgirtî de hatine dîtin jî hatine wêrankirin."
Serî li dijî her cure kiryarekê ji aliyê hêzên Siûdî ve li dijî Yemenê û gelê wê hişyarî da û diyar kir ku ew ê bersiva her cure aloziyê bide û daxwaz kir ku hêzên Siûdî kampên xwe bi cih bihêlin û bêyî derengmayînê vegerin deverên xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin. Dagirkeran rê li ber bi gihîştina bi hezaran Filistîniyên ji Şerîaya Rojava girtin û gelek ji wan li xalên kontrolê hatin girtin.
Li parêzgeha Nonthaburi ya Taylandê, di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistanekê de ku ji aliyê xwendekarekî 14 salî ve hatiye kirin, 8 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bûye sedema pêlek nû ya koçberiyê. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku mezintirîn kampa penaberan li bajarê El Ubeîd di nav kêmtirî du hefteyan de bi sedan konên nû berfireh bûye.
Li herêma Sylhet a Bangladeşê, di encama lihevketina du otobusên rêwîyan de 8 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.