Li Xezzeyê di navbera navbeynkarîyan de ji bona tesîskirina agirbesteke mayînde hevdîtin didomin. HAMASê ku pêşnîyaza dawîn qebûl nekir, daxuyand ku êrîşa ku li dijî Refahê bê destpêkirin ew ê mizakere bisekinin.
Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Usame Hamdan, derheqê agirbesta ku ji teref navbeynkarîyan ve hatîye pêşkêşkirin de daxuyanî da.
Hamdan, “bersiva me ya derheqê pêşnîyaza agirbesta dawîn de negatîf e. Lê hevdîtin hêna jî berdewam dikin.”
Hamdan, bal kişand ger ku li dijî Refahê operasyon bê destpêkirin ew ê mizakere bêne sekinandin, “Ger ku dijmin êrîşa Refahê bide destpêkirin, mizakere ew ê bêne sekinandin û ew ê berxwedan di bin êrîşê de mizakere neke.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ewrupa Yetîm Elî navê Rîma ku kalê wê ji wê re digot “Rihê Rihê Min” û li Xezzeyê ji teref çeteyên îşxalker ve hatibû şehîdkirin, li Etîyopyayê bi bîra avê bide jîyandin.
Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşa rejîma îşxalkeran de yek jê pîrek 4 rojnamegerên dinê jî hatin qetilkirin.
Keştîyeke ku ji bo sîyonîstan barê çekan di nav de bû, ji bona ku ji keştîyê re sotemenîyê bikê daxwazîya sekina di benderê Îspanyayê de şand, ew daxwaz ji teref hikumetê ve hat redkirin.
Li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê di camîyekî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.