Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 381 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşên hêzên îşxalker de çar Filistîniyên din şehîd bûne. Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdên giştî gihîştiye 73 hezar û 381î.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên Filistînî yên ku di êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê de şehîd bûne gihîştiye 73 hezar û 381 kesan.
Li gorî rapora rojane ya amarên wezaretê, di 24 saetên dawî de cenazeyên çar şehîdan û birîndarekî gihîştine nexweşxaneyên li Xezzeyê. Hate diyarkirin ku du ji şehîdan berê birîndar bûn, yên din jî ji bin xirbeyan hatine derxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber êrîşên hêzên îşxalker gelek şehîd hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan mane û ji ber êrîşên berdewam ambulans û ekîbên parastina sivîl nikarin bigihîjin van deveran. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullah a Yemenê diyar kir ku wan li bakurê Behra Sor bi mûşekên balîstîk êrîşî tankera petrolê ya rejîma Siûdî "Wafa" kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dorpêça deryayî ew ê berdewam bike û êrîşên li ser tankerên petrolê yên Siûdî wê berdewam bikin.
Rûsyayê bi mûşekên balîstîk û dronan şevekê êrîşî Kîevê paytexta Ukraynayê kir. Di êrîşê de du kes hatin kuştin, herî kêm 12 kes birîndar bûn û gelek xanî û depo jî zirarê dîtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî got ku Hamasê hemû wezîfeyên xwe yên di çarçoveya nexşerêya agirbestê de bi cih aniye, lê rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne û nahêle ku alîkariyên mirovî bikevin Xezzeyê.