Hessun, ku di serdema Esed de Muftîyê Mezin bû, bi cezayê muebbetê hat cezakirin
Ehmed Bedreddîn Hessûn, Muftîyê Mezin ê berê yê Sûrîyê ku di bin serokatiya Beşar Esed de xizmet kiriye, bi tohmeta handana tundûtûjîyê û rewakirina kuştinê cezayê muebbeê lê hat birîn.
Hessun li Şamê, wekî beşek ji rêze darizandinên ku berpirsên payebilind ên bi rejîma Esed re girêdayî ne li Sûriyê hedef digirin, li Dadgeha Cezayê ya 4an a li paytextê derket pêşberî dadgehê.
Hessun, ku ji sala 2005an heta 2021an wek Muftiyê Mezin ê Sûriyeyê kar kir, bi piştgiriya xwe ya eşkere ji bo polîtîkayên rejîma Esed dihat nasîn. Meqamê Muftiyê Mezin di sala 2021an de hate betalkirin.
Serokê dadgehê Fahreddîn el-Aryan di rûniştina biryarê de diyar kir ku avahiya dînî ya fermî ya di bin desthilatdariya Esed de êrîşên bombeyên bermîl li ser deverên sivîlan rewa dike.
El-Aryan diyar kir ku van êrîşan wêraniyeke berfireh çêkirine û binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî ne.
Hessun di dema darizandina li dijî wî de li dadgehê amade bû dema ku di bin çavan de bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî ku agirbest li Xezzeyê ketiye meriyetê jî, êrîş berdewam dikin û hejmara şehîdên Filistînî ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 73.431 kesan. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 9 cenazeyên şehîdan û 36 birîndaran anîne nexweşxaneyan.
Li herêma Kenscoff a nêzîkî Port-au-Prince, paytexta Haîtîyê, di êrîşeke çeteyên çekdar de herî kêm 47 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn. Dêrek jî ku mirovên bêwar lê xwe lê girtibûn, di êrîşê de bû hedef û tê gotin ku gelek kes hatine revandin.
Odeya motorê ya tankereke petrolê li peravên bakur-rojhilatê Ummanê piştî ku tiştek nenas lê ket, bi giranî zirar dît. Tê ragihandin ku ekîb ewle ye û sûcdar hîn nehatiye naskirin. Ji keştîyên li herêmê hatiye xwestin ku baldar bin.