Serokkomarê Kolombîyayê Gustavo Petro, daxuyand ku ew ji ber berdewamkirina êrîşên li dijî xelkê Fîlîstînê û Xezzeyê ji sibe şûnda ew ê minasebetên xwe yên dîplomatîkî ya bi rejîma îşxalker a sîyonîst re qut bikin.
Serokkomarê Kolombîyayê Gustavo Petro, daxuyand ku ew ê sibe têkilîyên xwe bi rejîma îşxalker re qut bikin û got ku sedema vêya jî , “ji ber ku ew serokekî ku qirkirinê dike û hikumeteke xerab e.”
Petro diyar kir ku rejîma sîyonîst li Xezzeyê qirkirinê dike, “Îro hemû însanîyeta ku derketîye meydanan bi me re di heman fikrê de ye: Em nikarin biçin wê dewra qirkirinê. Em nikarin ji tunekirina xelkekî ya li ber çavê însanan re bêdeng binînin, ger ku Fîlîstîn bimre ew ê însanîyet jî bimire.”
Petro, destnîşan kir ku ji ber bomberdûmana rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê bebek canê xwe ji dest didin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Keştîyeke ku ji bo sîyonîstan barê çekan di nav de bû, ji bona ku ji keştîyê re sotemenîyê bikê daxwazîya sekina di benderê Îspanyayê de şand, ew daxwaz ji teref hikumetê ve hat redkirin.
Li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê di camîyekî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Balafirên rejîma îşxalker ên sîyonîst heta serê sibehê êrîşên asîmanî li dar xistin, di encama êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 14 Fîlîstînî şehîd bûn.
Li bajara Dusseldorfa Elmanyayê di avahîyekî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest da, 16 kesan jî birîndar bûn.