Li gelek cîhên Efxenistanê barana zêde bû sedema lehîyê, di encama felaketê de ji ber lehîyê 8 kes, ji ber brûskê jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Di encama lehîya ku li bajarê Herat û wîlayeta Ghorê pêk hat de de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Otorîteya Bireveberîya Afeta Netewî ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê (ANDMA), diyar kir ku ji ber lehîyê hezar û 142 hektar erdên çandinî di bin avê de ma û 11 hezar û 450 heywanên mezin jî telef bûn.
ANDMA, destnîşan kir ku 189 xanî jî an bi temamî an jî bi qismî xera bûn.
Wezareta Penaberan û Koçê yê Emîrtîya Îslamî yê Efxenistanê, derheqê zêdebûna hejmarê mirîyan de hişyarîyê da.
Hat destnîşankirin li wîlayeta Uruzganê jî 7 kesan ji ber brûskê canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.
Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Îzzedîn El-Qassamê ku Baskê Leşkerî yê HAMASê ye destnîşan kir rejîma îşxalker leşkerên ku xwe yên îşxalker wezîfedar kiriye da ku parçeyên êsîrên siyonist bigerin.
Ji ber barana zêde li Brezîlyayê lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de 154 kesan canê xwe ji dest dan û 94 kes jî winda bûn.