Li Fransayê êrîş li dawetekê hat kirin: Yek mirî
![Li Fransayê êrîş li dawetekê hat kirin: Yek mirî Li Fransayê êrîş li dawetekê hat kirin: Yek mirî](/img/NewsGallery/2024/6/30/402122/FeaturedImage/56e6d4fb-a59f-4269-9163-e92fc8fb8728.webp)
Li Fransayê di êrîşa çekdarî ya ku li dawetekê hat kirin de herî kêm kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.
Bûyer li bakurê rojhilatê Fransayê, li komuna Thionville (herêma Mosêlle) pêk hat.
Li gorî medyaya welêt, komek kesên ku bi çekên otomotîk bûn, li nêzîkî salona ku dawet lê hatibû lidarxistin, gule bi ser kesên kom bibûn de reşandin.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de ciwanek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê gelek ekîbên polês û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.
Heta niha nayê zanîn ku êrîşkar kî ne û çima êrîşeke wiha pêk anîne.
Lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de û xebatên ji bo girtina şikdaran berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, hêzên siyonîst û niştecihên îşxalker di 6 mehên ewil ên salê da 7 hezar û 681 êrîş pêk anîn û dest danîn li ser bi hezaran donim erd.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinan çû Avusturyayê ku piştî nîvro ew gihaşt Wezareta Karên Derve yê Avusturyayê.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihnadin li Kurdistana Rojava PKK/PYDyî êrîş birin li ser terefadarên ENKSê, di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 100 kes birîndar bûn.