Li Komara Efrîqaya Navîn li madena zêr erd şemitî: Zêdetirî 100 kes mirin
Li Zamboî, li rojavayê Komara Efrîqaya Navîn (CAR), nêzîkî sînorê Kamerûnê, di encama hezazê de li qadeke madenê zêr zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest dan.
Vîdyoyên ku li ser înternetê hatine parvekirin nîşan didin ku şemitokek li ser girseya li cihê bûyerê hilweşe, yên din jî ber bi ewlehiyê ve direvin.
Adamou Abdon, şaredarê bajarokê sînorî yê Kamerûnî Garoua-Boulaï, got ku bûyer roja Sêşemê piştî nîvro qewimî.
Abdon got ku heta niha "107 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin."
Sedema hilweşîna erdê li madenê hêj ne diyar e. Xebatên rizgarkirinê berdewam dikin ji ber ku fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Şer ê sîyonîstan Yisrael Katz, behsa Serokkomar Recep Tayyip Erdogan kir û îddîa kir ku Tirkiye li Sûrîyeyê "xwe dixe nav serpêhatiyên xeternak" û tehdîd kir ku ew ê ti kiryarek li dijî wan qebûl nekin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump "operasyoneke aborî" ya bêhempa li dijî Îranê ragihand û welatên ku piştgirîya rejîma Tehranê dikin bi encamên aborî yên giran tehdîd kir.
Libnanê Generalê berê yê bi navê Adil Îsa, ku di bin rejîma Beşar Esed de xizmet kiribû, teslîmî Sûrîyeyê kir da ku bi tawanên dijî wî werin darizandin.