Li Lubnanê gav bi gav îşxala sîyonîstan: Artêşê baregehên nû ava kiriye
Li gorî agahiyan, artêşa îşxalker bi avakirina baregehên nû, vekirina rêyên lojîstîkî û wêrankirina gundan, îşxalkirina xwe ya daîmî ya li herêma 602 kîlometreçargoşeyî ya başûrê Lubnanê ku îşxal kiriye kûrtir dike.
Li gorî raporek rojnameya sîyonîst Haaretz, ku li ser bingeha wêneyên satelîtê û daneyên meydanî ye, artêşa îşxalker hebûna xwe di kûrahiya Lubnana îşxalkirî de zêdetir dike.
Artêşa îşxalker heta niha rûberek bi qasî 602 kîlometreçargoşe li Lubnanê îşxal kiriye.
Ev herêm li hinek herêman heta 12 kîlometreyan ji sînor dûr dikeve.
Artêşê herî kêm heft baregehên nû li herêmê ava kirine û bi kîlometreyan rêyên lojîstîkî çêkirine.
Li ser rêya ku ji sînorê îşxalkeran ber bi hundirê Lubnanê dirêj dibe, gelek makîneyên înşaetê, di nav de ekskavator, silindir û buldozerên D-9, ku ji hêla ekîbên ku peymankarên sivîl jî di nav de ne, têne xebitandin.
Karbidestekî leşkerî yê payebilind ji rojnameyê re got ku artêş hatiye talîmat kirin ku xwe ji bo mayîna heta salekê li Lubnanê amade bike.
Karbidest diyar kir ku çalakiyên avakirin û lojîstîkî yên pêwîst ji bo leşkerên ku di avahiyên sivîlan de li gundên başûrê Lubnanê yên îşxalkirî mane, li gorî vê yekê têne kirin.
Wêneyên ku ji hêla şîrketa peykê Airbus ve hatine kişandin, guhertinên girîng li ser erdê nîşan didin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê bi mûşekên balîstîk û dronan şevekê êrîşî Kîevê paytexta Ukraynayê kir. Di êrîşê de du kes hatin kuştin, herî kêm 12 kes birîndar bûn û gelek xanî û depo jî zirarê dîtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî got ku Hamasê hemû wezîfeyên xwe yên di çarçoveya nexşerêya agirbestê de bi cih aniye, lê rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne û nahêle ku alîkariyên mirovî bikevin Xezzeyê.
Li gorî agahiyan, teqînek li kargeheke alumînyûmê li Tehrana paytexta Îranê çêbûye û di encamê de 18 kes birîndar bûne.