Li Myanmarê 14 kes mirin
Di êrîşeke hewayî ya artêşa Myanmarê li ser keşîşxaneyeke Budîst li herêma Sagaing a navenda Myanmarê de, 14 kesên ku beşdarî kampeke medîtasyonê ya hefteyekê bûn hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî komên opozîsyonê û niştecihên herêmî, êrîş li gundê Swel Le Oh li navçeya Myaung, ku bi qasî 75 kîlometreyan li rojavayê Mandalay e, pêk hat.
Nway Oo, berdevkê Rêxistina Parastina Sivîl û Ewlehiyê ya Wîlayeta Myaung (CDSOM), diyar kir ku bombe ji balafireke şer li ser hewşa keşîşxaneyê hatiye avêtin û 14 kes mirine.
Hat ragihandin ku di dema êrîşê de zêdetirî 100 kes li herêmê bûn û di dema Rojiya Budîst de beşdarî kampeke medîtasyonê ya hefteyekê bûbûn. Gundiyekî piştrast kir ku di êrîşê de 14 kes hatine kuştin lê ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike.
Artêşa Myanmarê hîn di derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komên berxwedana Filistînî piştgiriya xwe ji bo avakirina hevpeymaniyeke neteweyî ya berfireh ji bo beşdarbûna di hilbijartinên meclîsê de ragihandin, û daxwaz kirin ku hilbijartin wekî derfetek ji bo bidawîanîna dabeşbûnê û ji nû ve avakirina pergala sîyasî ya Filistînê werin bikar anîn.
Weqfa Êtîman li Êtîmxaneya Fesîh Guler a li Bangladeşê ji bo zarokên sêwî bernameyeke Mewlûda Şerîf li dar xist. Di bernameyê de xwendina Qurana Pîroz û xwendina Mewlûdê û xwarineke germ hebû.
Li El Xelîla Şerîaya Rojavayê 4 Filistînî di êrîşa îşxalkeran de hatin desteserkirin. Îşxalkerên ku li cîhên cuda yên El Xelîlê noqteyên kontrolê danîne, gelek rêyên mezin û kolanan girtine.