Li Myanmarê felaketa lehîyê
![Li Myanmarê felaketa lehîyê Li Myanmarê felaketa lehîyê](/img/NewsGallery/2024/7/4/402788/FeaturedImage/c20c7a73-a423-491b-94e3-c07b6af491d8.webp)
Li Myanmara ku ji ber lehîya ku ji barana zêde pêk hatîye, bi hezaran mirov di nav malên xwe de asê man.
Hat diyarkirin ku li bakurê Myanmarê bi hezaran mirov ji ber lehîyê di nav malên xwe de asê man.
Di çemên ku li wîlayeta Kachinê derbas dibin de ji ber baranê rabûn pêk hatin.
Rayedarên wîlayetê, diyar kirin gelek herêmên bajarên Myitkyina û Waingmawyê di bin avê de mane, bi hezaran însan jî di malên xwe de asê mane.
Li giştîyê wîlayetê nêzê 2 hezar mal hatin tehlîyekirin û xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didome. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Heyeta ku ji pêşengên Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS) pêk dihat, bi Ziyad Nehhaleyê Sekreterê Giştî yê Hereketa Cîhada Îslamî û Cemîl Mizherê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Cebheya Gel a Rizgariya Filistînê (FHKC) re hevdîtinan pêk anî.
Li wîlayeta Bîhara Hîndistanê ji ber ku brûsk li erdê ketin herî kêm 19 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Di hefteya Roja Serxwebûnîya Emrîqayê de bi çekan êrîş hatibûn kirin, di encama wan bûyeran de herî kêm 33 kesan canê xwe ji dest dan.