Li Nepalê lehî: Herî kêm 17 kes mirin, bi sedan kes winda ne
Lehîyên ji nişka ve li herêma Rasuwa ya Nepalê, nêzîkî sînorê Tibetê, bûn sedema windabûna can û mal û milkê. Rayedaran ragihandin ku di felaketê de herî kêm 17 kes mirine û bi sedan kes hîn jî winda ne.
Piştî lehiyê ji nişka ve li Çemê Bhote Koshi, gelek wargehên li herêmê di bin avê de man.
Rayedarên herêmî ragihandin ku herî kêm 17 kesan canê xwe ji dest dane.
Lijneya Geştiyariyê ya Nepalê ragihand ku 384 kesên ku li herêmê rêwîtiyê dikin winda ne. Ji windayan, 291 biyanî û 93 jî welatiyên Nepalê ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di lehiyên mezin ên ku li Nepalê çêbûn de herî kêm 157 kes mirin û bi sedan kes jî winda ne.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 7 Filistîniyên din şehîd bûne û 10 kes jî birîndar bûne. Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 438 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 447 kesan.
Bi piştgiriya xêrxwazan, Weqfa Êtîman bi rêkûpêk serdana malbatên sêwî yên li Bangladeşê dike ku piştgiriyê dide wan, pereyên berîkê dide zarokan û gelek awayên alîkariyê dide malbatan.