Li eyaleta Adamawa ya bakurê rojhilatê Nîjeryayê hejmara zarokên ku ji ber şewba sorikê mirin derket 42yan.
Komîserê Tenduristiyê yê Eyaleta Adamawa Felîx Tangwamî diyar kir ku li herêmên Mubî û Gombîyê belavbûna nexweşiyê didome û heta îro 308 zarok bi nexweşiya sorikê ketine.
Tangwamî destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiyê li herêmên din hişyariya sor hate danîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara zarokên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane derketiye 42yan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karbidestên serbazî yên Emrîqayê got, sê leşkerên Emrîqayê di dema avakirina û operasyona Washingtonê ya kelekê li ser Xezzeyê de "ne şer" birîndar bûn, ku rewşa yek ji wan giran e û li nexweşxaneyeke îşxalker tê dermankirin.
Di şewata ku li avahiyeke 5 qatî ku li Hanoîya paytexta Vîetnamê ye de derket 14 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di teqîna ku li wîlayeta Maharashtra ya rojavayê Hindistanê di kargehekê de pêk hat de 9 kes mirin û 64 kes jî birîndar bûn.
Serfermandariya Giştî ya Îranê yekemîn raporta ku ji aliyê komîteya lêkolînê ve ji bo lêkolînkirina sedemên ketina helîkoptera Serokomarê Îranê hatiye amadekirin, weşand.