Li dijî 3 gundên wîlayeta Sepîka Rojhilat a Papua New Gîneyê ji teref çeteyan ve êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 26 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî winda bûn.
Amîrê polêsê wîlayetê James Baugen derheqê êrîşê de daxuyanîyek da.
Baugen di daxuyanîya ku da de weha got, “Dema ku ez nêzê herêmê hatim zarok, pîrek û zilamên ku 30 kes bûn û hatibûn kuştin dîtim.”
Bauegen destnîşan kir xanîyên gund tev hatine şewitandin, gundî jî xwe ji qereqolê re sipartine.
Bauegen diyar kir ku êvarê ceset ji teref tîmsehan ve hatine xwarin lê ew cîhê bûyerê dîtine.
Hat îfadekirin ku piştî bûyerê êrîşdar revîyane û ji bo qefaltina wan xebat hatîye destpêkirin.
Di encama êrîşan de 51 malbatên ku li gundan dijîyan ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Hunana Çînê wesayîtek ket nav peyayan, di encama qezayê de 8 kes mirin.
Li wîlayeta Albaya Fîlîpînanê di navenda danûstandinê de depoya LPGê teqîya, di encamê de 23 kes birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, diyar kir ku leşkerekî wan xwe kuştîye.
Li herêma Tîgraya ku li bakurê Etîyopyayê ye, ji ber ku erdên çandinîyê zerarê dîtine û alîkarîyên însanî yên hewce nehatine şandin krîza xwarinê heye.