Li Papua New Gîneyê êrîş li 3 gundan hat kirin: 26 mirî, 8 winda
![Li Papua New Gîneyê êrîş li 3 gundan hat kirin: 26 mirî, 8 winda Li Papua New Gîneyê êrîş li 3 gundan hat kirin: 26 mirî, 8 winda](/img/NewsGallery/2024/7/26/406926/FeaturedImage/81465e3b-413c-494e-a97b-76506d7275cf.webp)
Li dijî 3 gundên wîlayeta Sepîka Rojhilat a Papua New Gîneyê ji teref çeteyan ve êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 26 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî winda bûn.
Amîrê polêsê wîlayetê James Baugen derheqê êrîşê de daxuyanîyek da.
Baugen di daxuyanîya ku da de weha got, “Dema ku ez nêzê herêmê hatim zarok, pîrek û zilamên ku 30 kes bûn û hatibûn kuştin dîtim.”
Bauegen destnîşan kir xanîyên gund tev hatine şewitandin, gundî jî xwe ji qereqolê re sipartine.
Bauegen diyar kir ku êvarê ceset ji teref tîmsehan ve hatine xwarin lê ew cîhê bûyerê dîtine.
Hat îfadekirin ku piştî bûyerê êrîşdar revîyane û ji bo qefaltina wan xebat hatîye destpêkirin.
Di encama êrîşan de 51 malbatên ku li gundan dijîyan ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Tîgraya ku li bakurê Etîyopyayê ye, ji ber ku erdên çandinîyê zerarê dîtine û alîkarîyên însanî yên hewce nehatine şandin krîza xwarinê heye.
Rejîma sîyonîst a îşxalker li Xezzeyê 2 xanîyan hedef girt, di êrîşan de 10 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajara Anbara Iraqê, ji Baregeha Leşkerî ya Ayn El-Esad ku hêzên Emrîqaya îşxalker di nav de ne re bi roketan êrîş hat kirin.
Li wîlayeta Henana Çînê di parqa endustrîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 5 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn.