Li Qirxizistanê teşebûsa derbeyê
![Li Qirxizistanê teşebûsa derbeyê Li Qirxizistanê teşebûsa derbeyê](/img/NewsGallery/2024/7/5/403085/FeaturedImage/160a72d0-2c78-4a18-b687-5d356055fb77.webp)
Komîteya Dewlet a Ewlehî ya Netewî ya Qirxizistanê, daxuyand ku endamê komeke ku plana qulipandina îqtîdarê dikirin hatine qefaltin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Navenda Çapemenîya Komîteya Dewlet a Ewlehî ya Netewî ve hatîye belavkirin, komeke “krîmînal û xerabker” ku planên bêîstîqrarkirina rewşa civak-polîtîkaya welatê xera bike û desthilatdarîyê bigre destê xwe hatîye astengkirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama operasyonan de di nav malên wan û wesayîtên wan de cîhazên teqemenî, çek, cebilxane, telsîz, cil û bergên polês û leşkeran û ÎHA hatine bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya ji berxwedana Xezzeyê û bertekên li hember normalîzekirina peywendiyên welatê xwe bi rêjîma sîyonîst re li bajarê Tancîrê ya Mexribê xwepêşandan kirin.
Di danê sibehê de, hêzên îşxalker piştî ku ew bi bombeyên deng û deng hedef girtin sera û zeviyên li başûrê bajarê Tulkarmê şewitandin. Niştecihên îşxalker li bakurê rojavayê Ramallahê jî li ser axa Filistîniyan kon vedan.
Nîjer, Malî û Burkîna Fasoya ku Tifaqa Dewletên Sahelê damezrandine di civîna ewil de danezana hevpar a ku sazkirina konfederasyonê pêşbînî dike îmze kirin.
Di êrîşa bi çek a li wilayeta Mîchîgana Emerîkayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.