Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava û Qudsê 14 Fîlîstînîyan desteser kir.
Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê diyar kir ku sîyonîstên îşxalker li Şerîaya Rojava û Qudsê êsîrgirtinên xwe zêde kirîye, di nav 24 seatên dawîn de 14 Fîlîstînîyên dinê jî hatin êsîrgirtin.
Hat îfadekirin Fîlîstînîyên ku hatine êsîrgirtin ji bajarên Beytullahîm, Nablus, Cenîn, El Xelîl û Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê ne.
Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê diyar kir ku rejîma îşxalker ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê 9 hezar û 700î zêdetir Fîlîstînîyan desteser kir.
Rejîma îşxalker ji ber ku HAMASê operasyona Tofana Eqsayê daye destpêkirin ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê Fîlîstînîyan bi îddîayên curbecur û beredayî êsîr digre. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Hunana Çînê wesayîtek ket nav peyayan, di encama qezayê de 8 kes mirin.
Li wîlayeta Albaya Fîlîpînanê di navenda danûstandinê de depoya LPGê teqîya, di encamê de 23 kes birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, diyar kir ku leşkerekî wan xwe kuştîye.
Li herêma Tîgraya ku li bakurê Etîyopyayê ye, ji ber ku erdên çandinîyê zerarê dîtine û alîkarîyên însanî yên hewce nehatine şandin krîza xwarinê heye.