Li Quds û Şerîaya Raojavayê 14 Fîlîstînî hatin desteserkirin
![Li Quds û Şerîaya Raojavayê 14 Fîlîstînî hatin desteserkirin Li Quds û Şerîaya Raojavayê 14 Fîlîstînî hatin desteserkirin](/img/NewsGallery/2024/7/26/406929/FeaturedImage/46e6b079-1692-4fc5-8d0a-321014af8642.webp)
Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava û Qudsê 14 Fîlîstînîyan desteser kir.
Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê diyar kir ku sîyonîstên îşxalker li Şerîaya Rojava û Qudsê êsîrgirtinên xwe zêde kirîye, di nav 24 seatên dawîn de 14 Fîlîstînîyên dinê jî hatin êsîrgirtin.
Hat îfadekirin Fîlîstînîyên ku hatine êsîrgirtin ji bajarên Beytullahîm, Nablus, Cenîn, El Xelîl û Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê ne.
Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê diyar kir ku rejîma îşxalker ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê 9 hezar û 700î zêdetir Fîlîstînîyan desteser kir.
Rejîma îşxalker ji ber ku HAMASê operasyona Tofana Eqsayê daye destpêkirin ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê Fîlîstînîyan bi îddîayên curbecur û beredayî êsîr digre. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêma Tîgraya ku li bakurê Etîyopyayê ye, ji ber ku erdên çandinîyê zerarê dîtine û alîkarîyên însanî yên hewce nehatine şandin krîza xwarinê heye.
Rejîma sîyonîst a îşxalker li Xezzeyê 2 xanîyan hedef girt, di êrîşan de 10 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajara Anbara Iraqê, ji Baregeha Leşkerî ya Ayn El-Esad ku hêzên Emrîqaya îşxalker di nav de ne re bi roketan êrîş hat kirin.
Li wîlayeta Henana Çînê di parqa endustrîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 5 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn.