Li Şamê di mînîbûseke rêwîyan de teqîn: 2 mirî 13 birîndar
Li bajara Ceramana ya Şamê teqemenîya ku di nav mînîbûsê de bû teqîya, di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Sûrîyeyê SANA, ku xwe dispêre daxuyaniyek ji Rêveberiya Dispatch, Ambulans û Xizmetên Lezgîn ên di bin Wezareta Tenduristiyê de ye, ragihand ku di teqîna di nav mînîbûsê de du kes mirine û 13 kes birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ew pêşketinên di rewşa tenduristiyê de piştî teqînê ji nêz ve dişopînin, asta hişyariyê li nexweşxane û yekîneyên acîl û ambulansê yên nêzîk zêde bûye, û pergala ambulansê û ekîbên tenduristiyê ji bo destwerdana bilez û veguhastina tavilê ya birîndaran bo navendên tenduristiyê ji bo wergirtina lênêrîn û dermankirina pêwîst hatine seferber kirin.
Rêveberiyê destnîşan kir ku wezaret rewşa tenduristiya birîndaran dişopîne, bi rêya personelên tenduristiyê û ambûlansê piştgiriya tenduristî ya pêwîst peyda dike, û tesîrên qezayê ji nêz ve dişopîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin. Dagirkeran rê li ber bi gihîştina bi hezaran Filistîniyên ji Şerîaya Rojava girtin û gelek ji wan li xalên kontrolê hatin girtin.
Li parêzgeha Nonthaburi ya Taylandê, di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistanekê de ku ji aliyê xwendekarekî 14 salî ve hatiye kirin, 8 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bûye sedema pêlek nû ya koçberiyê. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku mezintirîn kampa penaberan li bajarê El Ubeîd di nav kêmtirî du hefteyan de bi sedan konên nû berfireh bûye.
Li herêma Sylhet a Bangladeşê, di encama lihevketina du otobusên rêwîyan de 8 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.