Li Sudanê kelek bin av bû: 25 mirî
![Li Sudanê kelek bin av bû: 25 mirî Li Sudanê kelek bin av bû: 25 mirî](/img/NewsGallery/2024/7/5/403077/FeaturedImage/a7f47d51-0f66-4b6b-868c-cdc7ff9aa5a5.webp)
Li wîlayeta Sînnara Sudanê kelekek bin av bû, di encamê de 25 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmî hatine bidestxistin, li wîlayeta Sînnarê komeke mirov ji ber pevçûnên leşkerî bi keleka ku ji daran hatîye çêkirin revîyan, ji ber ku keleka wan bin av bû di nav wan de pîrek û zarok jî heye 25 kesan canê xwe ji dest dan.
Ofîsa Koordînasyona Însanî ya NY (OCHA), destnîşan kir ku ji ber pevçûnên nav welat heta niha 55 hezar û 400 kesan zêdetir însan ji Sîngayê revîyan e.
Li gorî rapora ku ji OCHAyê hatîye belavkirin, ji ber pevçûnên ku di sala 2023yan de derket herî kêm 16 hezar û 650 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya ji berxwedana Xezzeyê û bertekên li hember normalîzekirina peywendiyên welatê xwe bi rêjîma sîyonîst re li bajarê Tancîrê ya Mexribê xwepêşandan kirin.
Di danê sibehê de, hêzên îşxalker piştî ku ew bi bombeyên deng û deng hedef girtin sera û zeviyên li başûrê bajarê Tulkarmê şewitandin. Niştecihên îşxalker li bakurê rojavayê Ramallahê jî li ser axa Filistîniyan kon vedan.
Nîjer, Malî û Burkîna Fasoya ku Tifaqa Dewletên Sahelê damezrandine di civîna ewil de danezana hevpar a ku sazkirina konfederasyonê pêşbînî dike îmze kirin.
Di êrîşa bi çek a li wilayeta Mîchîgana Emerîkayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.