Li Tacîkîstanê ji herikîna herîyê ku ji ber baranên zêde çêbûbû 3 kes mirin
Di daxuyaniya Komîteya Rewşên Acîl û Parastina Sivîl a Tacîkistanê da hat destnîşankirin ku ji ber barana zêde li hin herêman lehiya çem û herikîna heriyê pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 kesên 20, 40 û 67 salî ji ber herikîna heriyê mirine.
Li aliyê din hat diyarkirin ku herikîna herîyê di nav mal, zevî, rê û piran de û kom bûye.
Li Tacîkistanê her sal karesatên sirutşî çêdibin. Felaketên siruştî yên herî zêde berfende û herikîna herîyê ne, ku zirareke mezin dide xanî û bineavayî aborî. Berfendeya ku di Sibata 2023an de li çiyayan rû dabûn zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, di dawiya Tîrmeha 2023ean de jî gelek xanî di binê heriyê de mabûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Xora Efxenistanê lehî pêk hat, di encama felaketa lehîyê de 50 kesan canê xwe ji dest dan, di felaketa li Faryabê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Yemenê bi beşdarbûna bi hezaran însanan ji bo Xezzeyê destek hat dayîn û rejîma îşxalker jî hat lenetkirin.
Çeteyên sîyonîst, ji hewa, bejahî û behrê heta serê sibehê Refahê bombe kir.
Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.