Li Xezzeyê hejmara şehîdan 39 hezarî derbas kir
![Li Xezzeyê hejmara şehîdan 39 hezarî derbas kir Li Xezzeyê hejmara şehîdan 39 hezarî derbas kir](/img/NewsGallery/2024/7/22/406131/FeaturedImage/3cfa6027-33f3-40aa-8a2c-26e698680abf.webp)
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû 290 roj ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 4 qetlîamên ku 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 64 kes hatin şehîdkirin, 105 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 38 hezar û 983 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 89 hezar û 818 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker careke din êrîş biribûn li ser Xan Yunusê û 27 kes şehîd kiribûn ku hejmara şehîdan zêde bû.
Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker di 24 seatên dawî de 10 FIlistînîyên din jî esîr girt ku bi van êsîrgirtinên dawî hejmara wan kesên ku hatin êsîrgirtin derket 9 hezar û760 kesan
Hat ragihandin îşxalkeran li Xazzeyê êrîş birin li ser konvoya Neteweyên Yekbûyî.