Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 23 kes hatin şehîdkirin, 91 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 900î, hejmarê birîndaran jî derket li ser 87 hezar û 60an.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Heyeta ku ji pêşengên Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS) pêk dihat, bi Ziyad Nehhaleyê Sekreterê Giştî yê Hereketa Cîhada Îslamî û Cemîl Mizherê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Cebheya Gel a Rizgariya Filistînê (FHKC) re hevdîtinan pêk anî.
Li wîlayeta Bîhara Hîndistanê ji ber ku brûsk li erdê ketin herî kêm 19 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Di hefteya Roja Serxwebûnîya Emrîqayê de bi çekan êrîş hatibûn kirin, di encama wan bûyeran de herî kêm 33 kesan canê xwe ji dest dan.