Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 7 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 29 kes hatin şehîdkirin, 110 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 683, hejmarê birîndaran jî derket 78 hezar û 18 kesan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Xora Efxenistanê lehî pêk hat, di encama felaketa lehîyê de 50 kesan canê xwe ji dest dan, di felaketa li Faryabê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Yemenê bi beşdarbûna bi hezaran însanan ji bo Xezzeyê destek hat dayîn û rejîma îşxalker jî hat lenetkirin.
Çeteyên sîyonîst, ji hewa, bejahî û behrê heta serê sibehê Refahê bombe kir.
Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.