Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 47 kes hatin şehîdkirin, 52 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 765an, hejmarê birîndaran jî derket li ser 86 hezar û 429an.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeya ku rejîma îşxalker qirkirinê bikartîne, zarokekî 9 salî ku navê wî Muhammed Klub e ji birçîna şehîd ket.
Li bajara Yekaterinburga Rûsyayê balafirek ji pîstê derket.
Li paytext Delhîya Nû ya Hîndistanê, baraneke dijwar barîya, baran bû sedema mirina 8 kesan.
Hilbijartina Serokkomarîyê ya li Îranê ji ber ku tu namzedek ji sedî 50î derbas nekir ji tura duyemîn re ma.