Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 877 kesan
![Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 877 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan zêde bû û derket 37 hezar û 877 kesan](/img/NewsGallery/2024/6/30/402124/FeaturedImage/eec9cc32-7c8d-4dd4-9755-1bd5afa6ac6a.webp)
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê kor û kerr û lal kiriye.
Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 43 kes hatin şehîdkirin, 111 kes jî birîndar bûn.
Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 877an, hejmarê birîndaran jî derket li ser 86 hezar û 969an.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, hêzên siyonîst û niştecihên îşxalker di 6 mehên ewil ên salê da 7 hezar û 681 êrîş pêk anîn û dest danîn li ser bi hezaran donim erd.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinan çû Avusturyayê ku piştî nîvro ew gihaşt Wezareta Karên Derve yê Avusturyayê.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihnadin li Kurdistana Rojava PKK/PYDyî êrîş birin li ser terefadarên ENKSê, di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 100 kes birîndar bûn.