Li Xezzeyê şehîdek dinê: Rejima sîyonîst îxlalkirina agirbestê didomîne
Li Beyt Lahîyayê Filistînîyekî ji ber gulereşandina îşxalkeran şehîd bû. Wezareta Tenduristîyê, daxuyand ku hêna jî gelek kes hene ku di bin kavilan de ne.
Şeva sêşemê îşxalkeran li Beyt Lahîyayê gule reşandin û di encamê de Filistînîyekî birîndar kirin. Li gorî agahîyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, Filistînîyê ku birîndar bû ji Navenda Tip a Şîfayê re hat rakirin lê ew digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da û şehîd ket.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand ku di nav 24 saetên dawîn de ji nexweşxaneyan re şehîdek û 6 birîndar hatine anîtin. Wezaret, îfade kir ku ji ber ku êrîş berdewam dikin hêna jî gelek kes di bin kavilan û kolanan de ne, ambûlans û ekîbên parastina sîvîl jî nikarin xwe bighêjînin wan.
Hat destnîşankirin ku ji 11ê Cotmeha 2025an vir ve 377 kes şehîd bûn, 987 kes birîndar bûn û 626 kes jî ji bin kavilan hatin derxistin.
Xeyn ji van hûrgilîyan Wezaretê îfade kir ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê şehîdan gihîştîye 70 hezar û 366an, hejmarê birîndaran jî gihîştîye 171 hezar û 64 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Welatên Ewrûpayê, têketina bi zorê ya îşxalkeran a ji avahîyên UNRWAyê û daxistina ala NYyê wek “mîsalek bi talûke” û “îxlalek zelal” wesifandin.
Îşxalkerên sîyonîst, di bin parastina polêsê rejima îşxalker de sergirtin hewşa Mescîdî Eqsayê û ayînên xwe yên Talmûdîkê pêk anîtin.
Serîyeyyên Qudsê ragihandin ku dosyayên êsîrên dijmin ên ku di destê tevgerê de ne hatine girtin û bang li navbeynkar û garantoran kirin ku zextê li dijmin bikin da ku pabendbûnên xwe yên bi peymanê re bicîh bîne û îxlalkirinên xwe yên sûc ên dubare rawestîne.